STENBOL- Milîsên Şehîd Ekîn Amanos ên YPS JIN’ê daxuyaniyek nivîskî dan û ev tişt diyar kirin: “13’ê Tebaxê di saet 17.00’an de me depoya marketa zincîran a li Kolana 1584’an a li Taxa Akçaburgaz a Esenyurt a Stenbolê, bi rêbazên taybet da ber agir.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin: “Di şexsê Fermandar Egîd de em li hember hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û 15’ê Tebaxê cejna xwe ya vejînê ya neteweyî pîroz dikin. Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî, li dijî rejîma faşîst û mêtinger şerê xwe bidomînin.”