REQA- Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin û li ser wate û girîngiya vê roja dîrokî çalakiyan li dar dixin.
Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarê Reqayê bi boneya Cejna Vejînê ya ku roja hêviyê ya gelên bindest e, çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de sînevîzyona li ser jiyan û şoreşgeriya pêşengê Pêngava 15’ê Tebaxê şehîd Egîd hate temaşekirin. Piştre berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê Letîfe El-Hesen têkildarî pêngava 15’ê Tebaxê axivî.
Di nîqaşa piştî axaftinê de ciwanan bal kişandin ser girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê ya ji bo gelên bindest û gotin, “15’ê Tebaxê weke Tevgera Rizgariya Kurdistanê derket, lê niha hêviyê dide hemû gelan û li cîhanê belav dibe.”