BERN – Kurdistaniyên li bajarê Bernê yê Swîsreyê bi pêşengiya ciwanên TCŞ’ê û TekoJIN’ê li hev civiyan û 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Piştî daxuyaniya çapemeniyê, ciwan û welatparêzên ku berxwedana Gerîlaya Azadiyê ya li Başûrê Kurdistanê pîroz kirin, dilana Azadiyê li dar xistin.
Li ser navê TekoJIN’ê Dilbrîn Mêrdîn daxuyanî da û wiha got;
“Armanca kombûna îro weke ciwanên TCŞ û TekoJIN’ê ew e ku 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz bikin. Weke ku tê zanîn 15’ê Tebaxê bi fîşekekê destpê kir û heta îro bi berxwedan û çalakiyên gerîla didome. Îro em berxwedana gelê Kurd û gerîlayên hemû cîhanê nas dikin û em ciwanên Kurd li vir li hev civiyan û vê pêngavê bidomînin.”
Merdîn der barê xiyaneta li Barzaniyan de jî got, “Niha dewleta Tirk a faşîst û Barzaniyên ku îxanet li gelê Kurd kirin, li Kurdistanê zilmê li gelê Kurd dikin. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ev îxanet heye. Em weke ciwanên Kurd di wê baweriyê de ne ku em ê vê îxanetê pûç bikin û ji dil û can li hevalên xwe yên gerîla yên li çiyayan li berxwe didin, Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz dikin.
Piştî daxuyaniyê ciwanên ku êrîşên dewletê yên li metropolên Bakur Kurdistan û Tirkiyeyê qebûl nekirin bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî berxwedana Gerîla”, “Jin Jiyan Azadî” û tilîliyan dawî li çalakiya xwe anîn.