NAVENDA NÛÇEYAN – YPS-JIN’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku bi boneya 40’emîn salvegera Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê, yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Berîtan Çiya Nurhak di 14ê Tebaxê de saet di 02.50’an de li Taxa Afat Evlerî ya navçeya Kayapinar a Amedê saziya wezaretê hedef girtin.
Daxuyanî wiha ye:
“Şehîd Berîtan Çiya Nurhak YPS JIN 14’ê Tebaxê saet di 02.50’an de li navçeya Amed Kayapinarê, yekîneya me ya tolhildanê li Taxa Afat Evlerî ya girêdayî navçeya Amed Kayapinarê çalakiyek li saziya wezaretê kir hedef.
Em 15’ê Tebaxê roja vejîna neteweyî ku serhildana li dijî dîroka metîngerî û dagirkeriya Kurdistanê ye, bi coşeke mezin pêşwazî dikin, em ê weke gelê Kurd şerê xwe yê li dijî dewleta Tirk a ku li ser kuştina me sond xwariye, xurtir bikin. Guleya yekem a Heval Egîd tê wateya ku Kurdistan ne metîngeh e. Weke gelên têkoşer ku Heval Egîd guleya yekemîn ji bo wan avêtiye, em ê her roj vê guleyê di dilê dijmin de biteqînin û hemû saziyên dewleta Tirk a dagirker ji Kurdistanê derxînin. Weke gel, jin û ciwanên Kurdistanê, pêwîste hesab ji celladên ku hewl didin namûs û hêviya jiyanê ji me bistînin, bipirsin. Çi dibe bila bibe, ev dejenereyen xwînmij dê di xwîna xwe de bifetisin.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Berîtan Çiya Nurhak YPS JIN
15 Tebax 2024”