NAVENDA NÛÇEYAN – MAK’ê daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan 40’emîn salvegera Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê bi çalakiyekî pîroz kirin. 14’ê Tebaxê saet derdora 00:20’an de li Taxa Kişla ya Geverê bi êrîşa li dijî polîsên dagirker ên ku kontrola GBT’ê dikirin bi bombeyên destan hatine çêkirin ve çalakî pêkanîn.
Daxûyanî wiha ye:
“Mîlîsên MAK’ê Pêngava 15’ê Tebaxê bi Pêngava Serketinê pîroz dike.
Milîsên MAKê bi bombeyan êrîşî qereqola polîsan a dagirker a li Geverê kirin.
Şeva 14’ê Tebaxê saet di 00:20’an de milîsên me bi bombeyên destçêkirî êrîş birin li ser polîsên dagirker ên li Taxa Kişla ya Geverê kontrola GBT dikirin. Dema ku milîsên me bi bombeyên destçêkirî li noqteya dagirkeran xistin, li herêmê teqîn pêk hatin. Piştî teqînê matmayî mabûn, polîsên faşîst bêhemdî gule berdan. Gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin, hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê milîsên me bi saxî ji herêmê vekişiyan.