SILÊMANÎ- Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi boneya 40’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Silêmaniyê çalakî li dar xistin.
Ciwanên Silêmaniyeyê ku bi coş û germiyeke mezin tevlî çalakiyê bûn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst, qirker û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de ciwanan diyar kirin ku ew ê bi hêz û vîna ciwanan Kurdistanê biparêzin û bi îradeyeke mezin xebat, çalakî û têkoşîna xwe bidomînin.
Her wiha ciwanan di çalakiya pîrozbahiyê de agir pêxistin û bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bijî Berxwedana Zap” berxwedana gerîla silav kirin.
Ciwanan pîrozbahiya xwe bi gerandina govendê bi dawî kirin.