MEXMÛR- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi coş û coşek mezin hat pîrozkirin.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi girseyî pîroz kirin. Şênî di demjimêr 20.00’an de li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê (NÇHM) kom bûn. Qada şahiyê bi alên Rêber APO, PKK’ê, KCK’ê, bi wêneyên Fermandarê Nemir Egîd (Mahsum Korkmaz) û gelek şehîdên din ên Têkoşîna Azadiyê, hate xemilandin. Her wiha pankartên “Wê berxwedana demê, bi ruhê 15’ê Tebaxê me bibe serkeftinê” û “40’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê pîroz be” li qada şahiyê hatin daliqandin.
Beriya şahî destpê bike, çalakvanên ‘Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêber APO’ hatin qada şahiyê. Piştre ji bo bîranîna tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, nirxandina Rêberê APO a têkildarî 15’ê Tebaxê, hate guhdarkirin.
Piştre Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Elî Bilehî li ser girîngî û wateya rojê axivî. Elî Bilehî diyar kir ku pêngava 15’ê Tebaxê wisa bi hêsanî çênebûye û wiha got: “Dijminên gelê Kurd digotin, me Kurd kuştin, me binax kirin û di ser de jî beton rijand. Digotin, Kurd êdî nemaye, tiştekî bi navê Kurdîtiyê jî nemaye. Kurd wê bê Kurdistan bimînin, lê bi bîr û baweriya Rêber APO bi fikir û felsefeya Rêber APO, avabûna PKK’ê û pêngava 15’ê Tebaxê ev armancên dijmin vale derxistin. Agirê ku Mazlum Dogan li zindanê pêxistî, Ferhatan dewr girtî û Egîdan kir cejna vejînê.”
Piştî axaftina Elî Bilehî, Fermandarê Hêzên Xwebexş a Pêşmergeyan a Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) a navçeya Mexmûrê Xazî Feysel jî cejna vejînê pîroz kir û ev tişt got: “Em weke peşmerge û kadroyên Kurdistanê hatine vir. Em weke Yekîtiya Niştimanî Kurdistan beşdarî hemû xweşî û nexweşiyên gelê xwe dibin. Em li ser heman rê û rêbazê Mam Celal û Serok APO, dimeşin. Em bi Rêbertiya Mam Celal Talebanî wek YNK li dijî hemû dagirkerî û dîktatoriyê ne. Ji ber hizbên xayîn, gelek derfet ji destê gelê Kurd çûne. Pêwîste hemû partiyên şoreşger ên Kurdistanê, bi taybetî jî YNK, PKK û partiyên din bên gel hev û yekîtiya neteweyî pêk bînin.”
Berpirsê rêveberiya Partiya Hizbî Şiî ya navçeya li Mexmûrê Cewher Sîda jî bal kişand ser girîngiya cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê û destnîşan kir ku divê teqez yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê pêk were.
Koma govendê ya zarokan a bi navê Suwariyên Govenda Azad, li ser dikê govend gerandin. Piştre jî Koma Hezex stranên xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.