NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH (Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di 13’ê Tebaxê de saet di 19.00’an de trafoya ku li qada Sanayiyê ya Stenbolê/Beylîkduzuyê ye ji aliyê HBDH’ê Şehîd Erdal (Mustafa Yöndem) ve bi sabotajê hatiye şewitandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama çalakiyê de trafo bi temamî şewitiye û ceyran ji bo beşeke qada pîşesaziyê nikare were dayîn.
Daxuyani wiha ye:
Milîsên HBDH’ê li Stenbolê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê û Cejna Gerîlayan silav kir
13’ê Tebaxê saet 19.00’an trafoya ku li qada Sanayiyê ya Stenbolê/Beylîkduzuyê ye ji aliyê Milîsên HBDH’ê yên Şehîd Erdal (Mustafa Yondem) ve bi rêbaza sabotajê hat şewitandin. Di dema ku trafo bi temamî şewitî, elektrîk ji bo beşek ji qada pîşesaziyê nehat dayîn.
Yekîneya ku çalakî li dar xist bi awayekî serkeftî gihişt qada xwe.
Di sala 40’î ya Pêngava 15’ê Tebaxê de ku bê navber û bi geşedanên mezin dewam dike, hêzên me çalakiyên xwe yên li metropolên Tirkiyeyê bi armanca hedefgirtina hevkar û çavkaniyên aborî yên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê didomînin.
Di vê serdemê de ku êrîşên îmha û înkarê li ser gelê Kurd dihatin kirin de, bersiva herî tund li dijî dewleta Tirk a qirker a faşîst bi Pêngava 15’ê Tebaxê hat dayîn. Ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê ya birûmet metîngeran felc kir, neteweyek ji nû ve zindî kir, rê li ber têkoşîna azadiya jinê vekir, ku hêvî da hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn, îro jî ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ê ku bi fedekarî û lehengiyeke mezin li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê li ber xwe dide ve zindî ye, di şopa fermandarê mezin ê vê serkeftinê de rêheval Agît berdewam dike.
Li ser vê bingehê em bang li her kesî û di serî de ciwanan dikin ku di refên Şoreşa Yekbûyî de têkoşînê berfireh bikin û bi gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li dijî dagirkerî, qirkirin û îxanetê li ber xwe dide, têkoşînê bigihînin serkeftinê.
Bijî HBDH!
Bijî Şoreşa me ya Yekgirtî!
Bijî Pêngava 15 Tebaxe Bijî Pêngava 15 Tebaxê!