ŞENGAL- Gelê Ezîdî yê ku li bajarê Şengal’ê jiyan dikir di sala 2014’an de bi fermana DAÎŞ’ê re rû bi rû hat. Qetlîama ku li ser gelê Ezîdî de hat cîhanê de mînaka wê nîn e. Di wê pêvajoyê de tiştê rê li ber DAÎŞ’ê vekir û derfet da qetlîamê kî bû, yê ku gelê Ezîdî di bin destê DAÎŞ’ê rizgar kir kî bû?
Zerdeşt Şengalî ku ciwanekî şahidî ji fermanê re kiriye van pirsan dibersivîne. Zerdeş bal dikşîne îxaneta ku li gelê Şengalê hatiye kirin û wuha dibêje “Me bi xwe çavê xwe dît dema DAÎŞ hat, pêşmerge beriya wê zûda Şengal terk kiribûn. hinek pêşmergeyan sîlahê xwe davêtin û direvîyan. Ciwanan sîlah ji wan dixwast, nedidan. Ji bo çi nedidan? Ji ber ew jî kêlaka qirkirina gelê Êzîdî bûn.”
“Navê min Zerdeşt Şengalî ye.
Em wekî ciwanên Êzîdî bejna xwe li beramberî şehîdên 74 Fermana ditewînin û wan bi rêzdarî bibîtînin. Fermana dawî ku 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser gelê me yê Ezîdî de hat, yek sedema xwe ya esasî jî îxanet bû. Di encama îxanetê de gelê Êzîdî di nav destê Daîş’e de ma. Hemû dewlet û hêz heta naha tu destek nedane gelê Şengal’ê. Berovajî wê gel di nava destê DAÎŞ’ê de hiştin û revîyan. Heta naha jî 5 hezar jinên Êzîdî di destê DAÎŞ’ê de ne.
Di giştî dîrokê mînaka fermanekî wuha nîne. Dayîk û xwîşkên me hatin revandin û firotin, ixtiyar û kalemêrên me di tenûra de hatin şewitandin. Zilmekî wuha hebû. Jî ber vê yekê mirina me û bîrkirina vê îxanetê yek. Yanî ger em vê îxanetê bîr bikin wateta wê ji bo mirin e. Divê gelê me û giştî gelê Kurd bîr neke ku kî îxanet li wê kiriye û kî gelê Ezîdî di niv destê DAÎŞ’ê de hîştiye. Ger dewleta Iraq’ê wekî welatê xwe Şengal’ê jî parastiba ev ferman pêk nedihat. Ger PDK Şengal wekî axa xwe dîtiba û wusa parastiba ev ferman bi serê me nedihat.
Fermana 74’emîn dost û dijminê Ezîdîya nîşan da. Yê ku Şengal teslîmê DAÎŞ’ê kir PDK û dewleta Iraq’ê bû. Bila îro ranebin û nebêjin “me li çiyayê Şengal’ê 500 şehîd dan.” Ger te 500 şehîd dabûya yan jî te sîlahê leşkerê xwe dabaya ciwanên Êzîdî ev qetlîam pêk dihat? Naha em wekî Rêveberiya Xweser a Şengal’ê, wekî YBŞ-YJŞ em çiqas şehîda bidin jî serbilindin. Ji ber me axa xwe teslim nekiriye û parastiye. Çi dibe bila bibe êdî em nahêlin destê tu hêzê dirêjî axa Şengal’ê bibe.
Dijmin her roj pêşengên şoreşa rizgariyê li ser axa me hedef digre. Heta naha ne dewleta Iraq’ê ne jî PDK helwestek an jî bertekek dernexistiye. Ji bo vê naha Dewleta Tirk a dagirker pir rehet dikare bi balafir, tank û topan li ser Şengal’ê bibarîne. Ruxmê ku di dîrokê de şerê Iraq’ê de herî zêde şer kiriye û şehîd ketiye herî zêde gelê Ezîdî bû. Rûxmê vê jî Dewleta Iraq’ê û PDK ev îxanet li me kir. Me bi xwe çavê xwe dît dema DAÎŞ hat pêşmerge beriya wê zûda Şengal terk kribûn. hinek pêşmergeyan sîlahê xwe davêtin û direvîyan. Ciwanan sîlah ji wan dixwast, nedidan. Ji bo çi nedidan? Ji ber ew jî kêlaka qirkirina gelê Êzîdî bûn.
Dema gelê Êzîdî yên mayî ji bo ji qirkirinê xelas bibe berê xwe da sînoran kî hate pêşiya me? Kî alîkarî da û destê me girt? Dewleta Iraq’ê bû, PDK bû? Yek jî nehat pêşiya me. Yê ku hat fedayîyê gelê bindest bûn. Gerîlayê HPG û şervanên YPG bûn. Di vir de gelê Ezîdî dost û neyar nas kir. Naha jî tenê rêyek ji bo me gelê Şengal’ê heye. Ew jî yekitî ye. Gelê ku di qampa de ye divê vegerin Şengal’ê, em parastina xwe bi xwe bikin. Ji bo fermanek din jî li ser me de neyê û em li ser axa xwe bi ewle jiyan bikin rêya yekane: bûyîna yekdest e.
Divê herkes zanibe ku gelê Ezîdî ne ne ew gelê berê ye. Xwedî hêze û tu carî serî natewîne.
Em hemû şehîdên xwe birêzdarî bibîrtînin. Û em bang l hemî gelê xwe dikin ku hemû berê xwe bidin welatê xwe Şengal’ê. Ez di dawîyê de dibêjim serê gelê Ezîdî saxbe û Serketin ya gelê Êzîdî ye.