NAVENDA NÛÇEYAN-
Belkî jî mirov nikare jiyanê terîf bike; ya rastî mirov bi awayekî îzafî dikare his bike, hinekî fêhm bike.
Zanist niha di pêkhatina jêr perçikên atomê de li sirrên jiyanê digere. Wer xuya ye ku wê bi vê rêbazê ravekirineke bi sînor a jiyanê bê kirin û jê wêdetir neçe. Ji sedî sed têkiliya jiyanê bi van vegotinan re heye. Lê ev pirsgirêkê tam çareser nakin. Mirov jiyanê bi mirinê re bide berhevdu jî ji bo maneya wê têrê nake. Ango mirov bibêje “Jiyan beriya mirinê ye” ev jî nabe şêwazekî tatmînkar ê ravekirinê. Ya ji vê rastir ew e, jiyan bi tenê bi mirinê mumkîn dibe. Ez dizanim jiyaneke bêmirin wê nebe. Lê em ji zanîna maneya mirinê jî gelekî dûr in.
Mirin jî herî kêm bi qasî jiyanê nayê terîfkirin. Belkî jî ev encameke îzafî ya jiyana me ye; belkî jî îmkaneke jiyanê, şêwazekî pêk hatinê ye. Tirsa ji mirinê têkiliyeke civakî ye. Mirin belkî jî tiştek e, ji vê tirsê ye. Ez dualîteya îdealîzm-materyalîzmê hevgirtî û raveker nabînim. Ev dualîteya xwedî karektera şaristanî di warê ravekirina jiyanê de ti qîmeta xwe nîne. Ji bo şîroveya ez dixwazim pêş bixînim dibêjim têkiliya vê dualîteyê bi heqîqetê re bi sînor e. Bi heman awayî têgînên bi can û bê can jî di warê jiyanê de ji ravekirinê dûr in.
Heqîqet 1:
Ji bilî mirovê hewl dide li xwe serwext bibe, her bi can û bê can bi tenê dikarin bîranînên xwe bijîn. Berxika gurr pê girtiye û galaksiya kuna reş wê daqurtandiye belkî jî heman çarenûsa gerdûnî parve dikin. Ev bi xwe jî ji bo serwextbûna li jiyanê bi tenê di buhaya sirrekê de ye.
Heqîqet 2:
Ji bo çêlika xwe ruhberê xwe parçe dike û perçikên jêr atoman ên bi lezeke dûrî aqilan pêkhatinên diyalektîkî bi cih tînin, bi heman pêdiviya rêzika gerdûnî dimeşin.
Heqîqet 3:
Di civaka mirov de ev rêzika gerdûnî gihiştiye wê rewşê dikare xwe bixe ber lêpirsînê: “Ez kî me?” Bi vê pirsê rêzika gerdûnî cara pêçî hewl dide xwe bîne ziman.
Heqîqet 4:
Bersiva pirsa “Ez kî me?” dibe ku armanca dawî ya gerdûnê be.
Heqîqet 5:
Bi can-bê can tevahiya jiyana gerdûnî belkî jî ji bo xwe gihandina pirsa “Ez kî me?” ye.
Heqîqet 6:
Dibe ku armanca dawî ev bersiv be “Ez ez im, ez gerdûn im, ez zeman û mekanê pêşî û paşiya wî, nêz û dûrê wî nîne me.”
Heqîqet 7:
Fenafîllah, Nîrwana, Enel-Heq zanyariyên wan ên mutleq dibe ku armanca bingehîn a jiyana civakî ya mirov rave kiribin an jî dikarin eleqeya wî bi jiyana civakî re deynin holê.
Destnîşankirina van heft heqîqetan, nayê wê maneyê ku min jiyan terîf kir. Qada wê ya pêwendîdar lêdikolim, dixwazim lêbikolim. Jiyan dema tê jiyîn nayê fêhmkirin. Ji vî alî ve di navbera mane û jiyanê de nakokiyek heye. Wexta aşiqek bi maşûqê re ye, ev di heman demê de ew nuqte ye ku mane lê qediyaye. Mutleq fêhmkirin bi tenêbûneke mutleq ango bi bêmaşûqê mumkîn dibe. Gotina dibêje; yan ji yarê yan ji serî, di maneyeke fizîkî de ne, lê di maneya metafizîk de dixwaze vê rastiyê îfade bike. Ji bo mirov karibe xwe li tenêtiya mutleq rabigire divê mirov ji bo fêhmkirina wê mahir be, naxwe nabe.
Tenêtiya mutleq tenê û bi tenê wexta gihişt hêza maneyê ango wexta ji têkiliya hêza maddî derket dikare pêk bê. Dualîteya hebûn-tinebûnê dişibe dualîteya mane-maddeyê. Herdu dualîte jî muceredkirî ne, û di rastiyê de nayên jiyîn. Jiyan bi îhtîmaleke mezin qabîliyeta bê dawî ya tertîpkirinê ya van dualîteyan e. Navberên tertîpkirinê weke kêliyên kaosê mîna mirinê xuya bikin jî ji bo pêkhatina jiyanê weke mecbûrî xuya dikin.
Bi vê analîza kurt, min hewl da bi sînor be jî bînim ziman ku çima jiyan tam nabe were terîfkirin: terîfa mutleq a jiyanê tenêtiya mutleq, hîçtiyê, bêmaddetiyê hewce dike ku ev jî bi tenê di asteke muceredkirî de dimîne, ji lewra çi jiyan û çi jî xwe gihandina maneya wê tenê bi dualîte û îzafî pêk tê.
LI SER RÊBAZ Û REJÎMA HEQÎQETÊ- RÊBER APO