BEHDÎNAN-
“Ciwanên ku di riya rast de dimeşin li ser riya Mazlûm Doxan dibin Bêrîtan û Zîlan, dibin Egîd, dibin efsane û qehremanên welatê pîroz û tevahiya mirovahiyê. Ev riya layiqî ciwanên Kurdîstanê, ev erka dîrokî ya her ciwanekî, ev banga şehîdan û qêrîna zarokan û hêviyên gelane.”
HARÛN APOYÎ Nivîsand…
“Piştî bi dehan salan ji dagîrkerî û terora rejîma BAAS li Sûriyê ku li ser Kurdan li Rojavayê Kurdistanê dida meşandin, di sala 2004 an de, wek dewama komploya navdewletî ya li dijî Rêber Apo, vê rejîma şovenîst bi pirovakasyona lîstika fotbolê, di 12’ê Adarê de xwestibûn hêviyên azadiyê di dil û mêjiyê Kurdên Rojava de biperçiqîne. Lewra komkujiyek li ser ciwanên Kurd li Qamişlo pêkanîbû. Bi hêrs û pêşengtiya ciwanan, Kurdan ji Dêrîkê ta Efrînê û ji Heleb ta Şamê serî hildabûn û tevahiya bajarên Rojava ji dagirkeriyê paqij kiribûn.
Gelê Rojavayê Kurdistanê herdem hêviya xwe di gêrîlayên azadiyê de dîtiye, lewra bang li gerîlayan dikir ku ji çiyayan bi desteka wan ve bên, ji ber ku di wan deman de şert û merc ne guncavbûn, komploya li dijî Rêber Apo û tevgera azadiyê pêkhatibû û bi serkêşiya koalisyona Emerîkayê û xayînên Kurd êrişên bi armanca tesfiyekirina PKK birêve diçûn. Di wê demê de wek tê xwestin gêrîla nekarî yekser bi hêzek mezin derbas bibe û bi artêşa BAAS re têkeve nava şerekî. Lê gerîlayên azadiya Kurdistanê, piştî biryara fermandariya HPG, bi fermandariya şehîd Sadiq Kobanê bersiv da bangên gelên Rojava û hejmarek ji gerilayan di çarçoveya parastina cewherî de, ji milekî ve li dijî ajan, xayîn û berpirsên îstîxbarata BAAS li bajarên Rojava çalakî pêktanîn û ji milekî din ve ciwanên Rojava yên wêrek û welatparêz li ser ezmûna gêrîla perwerde dikirin û wek hucre rêxistin dikirin. Bi vî awayî gerilayan bi fermandariya şehîd Sadiq Kobanê bingehê avabûna YPG ji sala 2004 an ve li Rojavayê Kurdistanê avêtin û xwedî li gelê Rojavayê Kurdistanê derketin.
Di sala 2011 an de jî piştî ku serhildanên ‘’Bihara Gelan’’ li seranserî rojhilata navîn destpêkirin û derbasî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî bû, ji bo ku gelê Rojava ji xeteriya qirkirin û komkujiyan bê parastin û pêşengtiya şoreşa Rojava bê kirin, PKK û HPG li ser talîmata Rêber Apo biryar girtin ku bi her awayî piştgirî bidin gelên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê. Li ser vî esasî di bin fermandariya şehîd Xebat Dêrik de çend tabûrên gêrîla bi awayek veşartî derbasî Rojava bûn. Van gerîlayana di bin fermandariya şehîd Xebat Dêrîk de li seranserî Rojava belavbûn û bi armanca rêxistinkirina YXK ku piştre wek YPG di 19’ê Tîrmehê de xwe îlankir seferberbûn. Bi vî awayî bi fedakariya gêrîla û bi pêşengtiya şehîdan, ku bi keda şehîd Sadiq Kobanê û hevalên wî hate temamkirin ve, ciwanên Rojavayê Kurdistanê bûn xwedî zanebûn, hêz, îrade, rêxistin û artêş. Van gerîlayan di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi gel û ciwanên Rojava ve, şoreşa netewa demokratîk pêkanîn û hêza YPG di heman rojê de îlankirin û xelatî gelê Rojavayê Kurdistanê kirin. Piştî wê bi demek kin jî YPJ îlankirin. Bi vî awayî xizmeta herî bi nirx, çarenûsî û dîrokî ji gelên Rojavayê Kurdistanê re kirin.
Dema ku hêzên navdewletî di serî de dagirkeriya tirk û dewletên kendava Erebî, berê çeteyên xwe dan gelê Rojava da ku şoreşa wî têkbibin û îradeya wî teslîm bigrin. Gerîlayên HPG yên ku di avakirina YPG û YPJ de rol lîstin, pêşengtiya berxwedanê kirin û ji Eşrefiyê, Şêx Meqsûd, Qestel Cindo ta bi Serê Kaniyê berxwedanî bi serkeftinê tacîdar kirin. Bi vî awayî tecrubeya şer û cesareta wê di piratîkê de fêrî ciwanên Rojava di nav YPG û YPJ de kirin û di van berxwedaniyan de bi dehan hevalên qehreman di serî de fermandar Xebat Dêrîk xwe fedayî gel û axa Rojavayê Kurdistanê kirin.
Bi vî awayî di sala 2013’ an de gelê Rojava ji komkujiyan hat parastin û pilanên dijminan bi erdê re kirin yek. Piştî têkçûna pilanên NATO, Tirkiye û Dewletên Kendavê, vê carê baskê El-Qaîde, Cebhet El-Nusra avakirin û bi hezaran çeteyên tûndrew ji her devera cîhanê anîn Sûriyê û li dijî şoreşa 19’ê Tîrmeh’ê û Kurdan dan şerkirin. Êrişên bi taybet di havîna 2013’an de, ji ber ku hêzên YPG û YPJ têra berxwedanê nedikirin, fermandariya HPG li ser daxwaza YPG hejmarek tabûrên gêrîla wek seferberî şandin Rojava, bi vî awayî hemleyên rizgariyê li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra hatin destpêkirin. Her wiha gelek dever ji çeteyan hatin rizgar kirin bi vî awayî êdî ev hêza çetayan jî bi pêşengtiya gerîla, YPG û YPJ hatin têkbirin. Lê belê ev yek hêsan nebû. Bi sedan gêrîla û şervanên YPG û YPJ û ciwanên şoreşger, tevî tinebûna îmkanan xwe fedakirin û cardin tevahiya gelên Rojava ji tevkujiyan parastin, azadî û rûmeta wan bilindtir kirin.
Vê carê bi destpêka sala 2014’an re dagirkeriya Tirk û NATO û hevalbendên wan çeteyên DAÎŞ’ê anîn herêmê û li dijî gelên Rojava xistin êrişê, bi vî awayî ji Dêrîk ta Efrîn û Heleb her der zivirî qada destaneyên berxwedanê, ev berxwedanî bi Kobanê re derkete lûtkeyê. Bi sedan gerîlayên herî kevn û pispor ji tevahiya çiyayên Bakûrê Kurdîstanê xwe gihandin Kobanê û mil dan şervanên YPG, YPJ û gelê Kobanê di vî şerê yeman de ciwanên kurd yên apoyî û berxwedêr bûn efsane ji bo tevahî ciwan û gelên cihanê, bi taybet jî jina Kurd ya Apoyî yanî şervanên YPJ. Bi vî awayî bi mudaxeleya gêrîlayan re berxwedaniya Kobanê zivirî efsaneya serkeftinê ya cihanî. Piştre di rizgarkirina Girê Sipî, Minbic, Tebqa, Reqa Herêma Cizîrê û Dêra Zorê ji çeteyên daişê û têkbirina wan li baxozê di sala 2019’ an de. Gêrîlayan her mil bi milê şervanên YPG, YPJ û QSD di xeta herî pêşde şerkirine û ji milekî ve gel û destkeftiyên şoreşê parastine û ji milekî din ve jî tola şehîdan û gel her ji çeteyan rakirin ta ku koka çetayan qelandin.
Bi vî awayî hesab û pilanên dijminan têkbirin û ji dinyayê re dan nîşan ku ciwanên Apoyî yên di destekî wan de pirtûkên Rêber Apo û di destekî wan de qilêş, qehremanên mirovatiyê yên sedsalê ne. Di dîroka şoreşa Rojava de destan û destkeftiyên wê ji cihanê re dan nîşan ku tevahiya gelên bakur û rojhilatê Sûriyê, herêmê û cihanê deyndarên Rêber Apo û şervanên felsefeya wî ango gêrîla ne. Ger ku gêrîla nebûna niha Rojava, Başûrê Kurdistan, Sûrî, Iraq û tevahiya herêmê di bin dest û terora dewleta Tirk û çeteyan da bûna. Ji ber gêrîla gel parastin, pilanên dewletên kapîtalîst û dagirker têkbirin, bi hemû hêza xwe û çekên kîmyawî jî di nav de êrişî warê gêrîla çiyayên Kurdîstanê dikin. Ji ber ku wan dîtin heta ku gêrîla hebe, ew nikarin şoreşa demokrasiyê ya gelan têkbibin û pilanên xwe li Kurdistan û herêmê bi ser bixin.
Ji ber wê dagirkeriya Tirk, çeteyên DAÎŞ’ê yên barzanî, el nusra û cerdevan hemû bûne yek û êrişî gêrîlayên azadiyê dikin. Ji ber wê ev şerê ku li çiyayên Kurdîstanê bi rêve diçe, şerê qedera gelane bi taybet jî ciwanane, ger ku dijmin encam bigre ewê Kurdistan û rojhilata navîn têkevin destê teror û qirkeran. Ji ber wê ji bo parastina hebûna gelê xwe, rûmet, şeref û azadiya xwe, ji bo rizgarkirina pêşeroja xwe ji tarîtiya faşîst û terorîstan, divê ku her xortek û jinek ciwan dest bavêjin çekê û berê xwe bidin nav refên gerîlayên azadiyê. Tevahiya 10 salên borî îsbatkirin ku çek, hêz, şehadet û fedakariya ciwanên fedayî nebûya, ewê niha gel û pêşeroja me li ber piyan biçûya, ewê ax û mal û mulkên me wek li Efrînê desteser bikirana û her roj jinên Kurd birevandana, tecawûz bikaranîban û ciwanên Kurd wek xulaman bêçare û sitûxar di malan de bê kar û bêrûmet bimana. Ji ber wê divê ku em kom bi kom wek ciwan hev rêxistin bikin û berê xwe bidin Qendîlê ji bo parastina Rojava, Şingal, Başûr û Bakurê Kurdistanê.
Ciwanên ku di riya rast de dimeşin li ser riya Mazlûm Doxan dibin Bêrîtan û Zîlan, dibin Egîd, dibin efsane û qehremanên welatê pîroz û tevahiya mirovahiyê. Ev riya layiqî ciwanên Kurdîstanê, ev erka dîrokî ya her ciwanekî, ev banga şehîdan û qêrîna zarokan û hêviyên gelane.”