PARÎS- Li banliyoya Grigny ya Parîsê bi pêşengiya ciwanên TCŞ’ê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi coşeke mezin dest pê kir.
Li banliyoya Grigny ya Parîsê ciwanên endamên TCŞ’ê bi pêşengiya fermandar Agît dest bi pîrozkirina fîşeka yekemîn a li dijî dagirkeran xistin. Ciwanên di destpêka pîrozbahiyê de bi meşeke leşkerî ketin qadê, coşeke mezin li qadê afirandin. Di meşê de ciwanan dirûşmên “Dengê guleya 15’ê Tebaxê li Enqereyê diheje” û beşek ji axaftina dawî ya Fermandarê Giştî yê HSM’ê Mûrat Karayilan ku di salvegera 15’ê Tebaxê de axivî, nivîsand. pankarta “Fermandar Egîd dijî, PKK li ber xwe dide” hatin qîrîn.
Endamê Ciwanên TCŞ’ê piştî meşê daxuyanî da û destnîşan kir ku 15’ê Tebaxê roja vejîna gelê Kurd e û guleya yekemîn a li dijî koletî, mêtingerî û dagirkeriyê hatiye avêtin, ji ber vê yekê em weke Ciwan gelek deyndarê rastiya PKK’ê ya ku îro ji aliyê Rêber APO ve hatiye afirandin e.
Piştre hunermend Farqîn Azad derket ser dikê û siyasetmedar Faysal Sariyildiz jî li ser wate û girîngiya rojê axaftinek kir.
Di şahiya ku bi coşeke mezin a ciwanan dewam dike de hunermend Şerîf Omerî, Narînxan û Koma Evry wê derkevin ser dikê.