PARÎS – Şahîya Cejna Vejînê û Berxwedana 15’ê Tebaxê ku danê nîvro li Parîsê dest pê kir, di saetên piştre de Narînxan û Şerîf Omerî derketin ser dikê.
Di pîrozbahiya Cejna Vejînê de ku bi govend û tilîliyan dewam kir, ciwanan gelek caran dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.
Ciwanan pankarta “Em ê heta dawiyê ji bo Kurdistana azad û serbixwe têbikoşin” li ser wêneyên rêheval Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ên ku çalakiya fedaî pêk anîne vekirin. Di çalakiya fedaî ya 1’ê Cotmeha 2023’an de li gel Fermandarê Nemir Agîd (Mahsum Korkmaz) pankarta bi wêneyên xwe yên “Dengê Guleya 15’ê Tebaxê li Enqereyê Dilerize” vekirin.
Şahiya Ciwanan danê êvarê bi dawî bû.