NAVENDA NÛÇEYAN- Şehîd Nûcan Serdoz li dijî operasyona dagirkeriya dewleta tirk de bi qehremanî şer kir û di 25 Hezîrana 2020’an de gihaşt şehadetê.
Rêhevale ku Şehîd Nûcan di xebaten Jinên Ciwan a li Rojava de naskiribû, bîraninen xwe bi Heval Nûcan re ji ajansa me re parve kir.
Dewleta Tirk a mêtinger, 16’ê Hezîranê 2020’an de ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên faşîst, dest bi bikaranîna derfetên xwe yên teknîkî hemûyan kir û ji bo xaka Başûrê Kurdistanê kontrol bike dest bi êrişeke berfireh a dagirkeriyê kir.
Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi îradeya Apoyî li ber dijmin rabûn û li her cîhê ku gav lê diavêt derbên giran li zîhniyeta faşîst xist. Dewleta Tirk a mêtinger ku nekarî xwe li ber rûhê milîtan ê Apoyî bigre, bi bikaranîna teknîkê hewl dide xwe ji çirava tê de çikiya ye derxîne. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji roja ku operasyona dagirkeriyê dest pê kir û heya îro bi lehengî li ber xwe didin, bersiva pêwîst didin hêzên dagirker.
Di wê pevajoye ku operasyona dagirkeriyê despe kîr hevrê Nucan Serdoz di refen herî pêş de bersiv da operasyona dagirkeriye û di 25’ê Hezîrana 2020’an lî Heftanîn şehîd ket.
Heval Nucan bi nave Zarife Kiran li Mêrdin dayik bû û pîştî ku tevlî refên gerîla bû dî nava xebaten Komalen Jînen Cîwan de cihê xwe girt. Bi berpîrsyartîyekî bilind tevgeriya û hertim ji bo jinên ciwan ked û fedakariyeke mezin nişan da. Heval Nûcan bi sekna xwe ya milîtanî ve jî bo her jîneke cîwan bû mînak û bi derben giran li dagirkeran xist. Bi şerkeriya xwe behna faşîstan çikand. Heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û xaka pîroz a Kurdistane parast.