NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li 4 nuqteyên cuda li dijî polîtîkayên dagirkerî û îmhayê yên dewleta Tirk a faşîst, dagirker ên li ser Kurdistanê çalakî li dar xistin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wan kesên ku bi dizîna hemû dewlemendiyên bin erd û ser erd ên welatê me yên sed sal in dewlemend bûne, her roj yên nû li diziyên xwe zêde dikin û petrola ku ji Gabarê derdikeve dizîne, bi ruhê tolhildanê bi însiyatifa xwe qadên aborî yên Tirkên faşîst wêran kirine, silav dikin.”
Çalakî:
Di 14.08.2024an de li Kastamonu Cide 1 bot û otobusek rêwiyan ên faşîstan hatin şewitandin.
Di 14.08.2024’an de li Manîsa Alaşehîrê 1 kargeheke hilberîna tirî şewitî.
Di 15.08.2024an de li Antalya Kepezê kargeha ku madeyên îzolasyonê çêdike hat şewitandin.
Di 15.08.2024an de li Sakarya Akyaziyê atolyeya ahşap hat şewitandin.