NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li 4 nuqteyên cuda li dijî polîtîkayên dagirkerî û îmhayê yên dewleta Tirk a faşîst û dagirker ên li ser Kurdistanê çalakî li dar xistine.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wan kesên ku bi dizîna hemû dewlemendiyên bin erd û ser erd ên welatê me yên sed sal in dewlemend bûne, her roj yên nû li diziyên xwe zêde dikin û qadên aborî yên Tirkên faşîst ên ku petrola me dizîne wêran kirine silav dikin.”
Hûrgulî;
Di 14.08.2024an de li Kastamonu Cide 1 bot û otobusek rêwiyan ên faşîstan hatin şewitandin.
Di 14.08.2024’an de li Manîsa Alaşehîrê 1 kargeheke hilberîna tirî şewitî.
Di 15.08.2024an de li Antalya Kepezê kargeha ku madeyên îzolasyonê çêdike hat şewitandin.
Di 15.08.2024an de li Sakarya Akyaziyê atolyeya daliqandina daran hat şewitandin.