NAVENDA NUÇEYAN- Kovara ku ji aliyê Komalên Jinên Ciwan ve ji bo bîranîna Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha hatiye amadekirin derket.
Kovar ji bo bîranîna endama Komîteya Ciwanan a PKK’ê û Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Şehîd Bişeng Brûsk û Endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan û Komalên Ciwan a Şehîd Sara Hogir Riha hate amadekirin.
Kovar Bi diruşma “Em bi rûhê Sara û Bişengan têbikoşin û bi Rêber Apo re bibin yek.” pêşberê xwîner re xwe ye.
Di kovarê de ku ji aliyê Komîteya Navenda Çapemeniya Komalên Jinên Ciwan ve hatiye amedekirin de,
Gotara Rêber Apo ya bi sernavê “Şehîdên me yên berxwedanê xwediyên rastî yên pêşketinê ne” cih digre.
Di kovarê de nivîsa Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû ya bi sernavê “Pêşengên jin ên ciwan ên Kurdistanî yên serhildêr û hêja, li ser şopa Şehîd Bişeng û Şehîd Sara’yan…” cih digire.
Çîgdem Dogû, şehîd Bişeng bi gotina “Tevî temenê wî yê biçûk jî spîbûna her tiliya porê wî berdêla vê têkoşîna bê eman e” û şehîd Sara jî bi gotina “Keça leheng a Rihayê, rêhevaleke ku bi şahî, biryardarî û enerjiya xwe ya bêwestan.” tîne ser ziman.
Di kovarê de gotara ji Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Lêgerîn Artemetan bi sernavê “Li dijî Dijmin li ber xwe dan û ketin şer û bi şer hatin rastiyan.” cîh digre
Her wiha Lêgerîn Artemetan, hejmara taybet de li beşa Kurdî de jî gotarên bi navê “Navê Ked, Manewiyat û Wêrekiyê” û “Jina Apoyi Ya Ku Bi Evîndariya Çiyayan û Gîhiştiye Heqîqetê” nivîsandin.
Her wiha rojniviskên ku ji aliyê Şehîd Bişeng û Şehîd Sara ve hatine nivîsandin, di rûpela Rojnameyên Şehîdan a taybetmendiyê de cih girtin.
Di beşa dawî ya kovarê de nivîsa Zimnako Balambo ya bi soranî jî cih digre.
Kovara ku bi şiara “Em ruhê Sara û Bişengan têbikoşin, bi Rêber Apo re bibin yek. hat weşandin, ronahiyê dide me ku em şehîdên xwe yên pêşeng baştir nas bikin û têkoşîna wan bişopînin.