NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan di 16 û 18’ê Tebaxê de li Stenbolê du çalakiyên cuda li dar xistin. HBDH’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang li ciwanan kir: “Ji bo hilweşandina pergala metînger-faşîst tevlî nava refên HBDH’ê bibin. Ji sazî û kesên ku destekê didin faşîzmê hesab bipirsin.”
Hurgûliyên çalakiyê wiha ne:
Çalakiyên Milîsên HBDH’ê ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê
Agahiyên li ser çalakiyên li ser hev ên Mîlîsên Alan Malazgît ên HBDH’ê li Stenbolê;
– Roja 16’ê Tebaxê saet di 16.00’an de li ser kamyona ku ji Kuçukçekmece Kanarya ber bi Qereqolê ve diçû, kelûpelên kosmetîk ên kîmyewî hildigirt çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de qemyon bi temamî hate rûxandin û malzemeyên tê de nekarîne bên bikaranîn.
– Di 18’ê Tebaxê de li Kartalê ya Stenbolê 2 wesayît, pîkapek û otomobîlek hatin şewitandin. Di çalakiyê de her du wesayit jî nekarin bên bikaranîn, hin dikanên li qada pîşesaziyê jî xisar dîtin.