BORDEAUX – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşêr (TekoJIN) 1’emîn roja gera xwe ya Ciwanan a li Bordeaûxê bi dawî kirin.
Ciwanan di roja ewil a gerê de civîna danasînê li dar xistin, piştî nîvro jî gera bajarê Bordeaûxê hat lidarxistin. Serdana bajêr li Meydana Stalingrandê dest pê kir û paşê çû Pira Kevir (Pont de Pierre), ku ji hêla Napoleonê I’emîn ve di navbera 1810-1822 de hatî çêkirin.
Piştre ciwan ji çemê La Garonne re derbas bûn. Taybetmendiya çemê La Garonne ew e ku bi roj diherike bakur û bi şev jî berevajî wê. Ciwanên beşdarî gerê bûn li ser çemê La Garonne meşiyan û çûn cihê ku di salên 1800’î de dewlemend û feqîr ji hev cuda bûne û cihêkariya kapîtalîzm û bûrjûwaziyê dîtiye.
Di dawiya rojê de ciwanan serdana Katedrala Saint-André ya li wir kirin. Ciwanan piştî serdana Katedrala ku di sala 1096’an de dest bi lêkirina wê kir û 200 sal derbas bû, li cihê ku bêhna xwe lê girtin, 1’emîn roja gerê bi gerandina govendê bi dawî kirin.
Tûra Ciwanan a hefteyekê wê li cihê ku lê mabû, sibê bidome.