ŞEHBA- Di çerçoveya hamleya “Ji Rêber APO re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” Însiyatîfa Gel û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Efrîn û Şehba ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber APO li gundê Babinisê meşek organîze kir. Di meşê de bi hezaran xelkê herêmê beşdar bû.
Di meşê de wêneyên Rêber APO, pankarta ˊEy Serokê me tu yî roja meˊ hatin hildan.
Li çatrêya gundên Babinis û Til Şiîrê meşê dest pê kir û siloganên banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO û şermezarkirina tecrîdê hatin berzkirin.
Li stadyûma gundê Babinisê, meş vegerî mîtîngê. Li wir endama rêveber a Kongra Star Ruweyde Ehmed tecrîd şermezar kir û got: “Em heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO têkoşîn û berxwedanê dewam dikin.”
Her wiha Ruweyde bang li rêxistinên hiqûqî yên cîhanê kir ku li hember tecrîda li ser Rêber APO bi berpirsiyariyên xwe rabin.
Endamê Însiyatîfa Gel a Efrîn û Şehba Nacî Selame axivî û got: “Li ser Rêbertî komployeke mezin hat meşandin. her wiha dewleta Tirk a dagirker tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike.”
Selame hevgirtina pêkhateyan bi fikra Rêber APO re li dijî êrişên li ser herêmê silav kir.
Meş bi diruşmên şermezarkirina tecrîdê û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dawî bû.