NAVENDA NÛÇEYAN-
Dema ku em bi vê kelecanê li ber deriyê bînaya ku Rêbertî lê dimîne disekinîn hevalê kordîne gazî me kir. Em çawa di derî re derbas bûn ji nava odeyê dengekî geş got, “Hûn hatin?” Dûvre li ber derî bi sekna xwe ya tîk û bi heybet, bi birqa çavên reş ên ku wekî çavkaniya jiyanê dibiriqî û di kêliyê de hemû hebûna me dipêça, Rêber Apo li beramberî me bû.
Ji Pênûsa Kadîr Elî…
Em di sala 1997’an de, şeva ku 23’yê Tîrmehê digihîne 24’ê Tîrmehê gihiştibûn Şamê. Hevalekî ku ez ê dûvre fêr bibûma şifêrê Rêbertiyê ye, hatibû me bigire. Grûba me 2 jê jin û 2 jî xort ji çar hevalan pêk dihat. Me alavên li gel xwe danî bagaja wesayîtê û em li wesayîtê siwar hatin. Piştî demekê erebe li derveyî bajar li pêşiya deriyekî mezin ê hesinî sekinî û derî ji ber xwe ve vebû. Em bi erebeyê derbasî vî cihê ku me nizanîbû ku der e bûn. Hevalê ku em anîbûn got: “Va ye, em hatin! Ev der, Dibistana Navendî ya Partiyê ye.” Nîvê şevê bû û her kes razabû. Tenê hevalekî em pêşwazî kiribûn. Hat gotin ku ew heval jî sûbayê şevê ye. Ji ber ku kelecaneke mezin ez pêçabûm min hêna jî bawer nedikir ku em hatine sehaya Rêbertiyê. Min di ber xwe de digot şenseke wisa bi rehetî nakeve destê her kesî. Min ê ew însanê mezin ê ku bi milyonan însan ji dil û can dixwazin wî bibînin bidîta û min ê perwerde jê bidîta. Her ku ez li ser vê difikirîm kelecana min zorî dida dilê min.
Heta sibê nikarîbûm razama. Dema ku min çavê xwe girtin min nikarîbû li ser kêliya dîtina Rêbertiyê nefikirim. Dema ku min çavê xwe vekirin jî wisa bû. Ya ku ji vê rewşa min re şahidî dikir taveheyv bû ku ji şibakeyê ber bi hundir ve diçizirî. Ji kêliya tevlîbûna min a nava Partiyê heta hatina min a wê qadê hemû serpêhatiyên min yek bi yek di ber çavê min re derbas bûn. Dema ku ez tevlî bûm min texmîn nedikir ku karibim Rêber Apo bibînim. Lê niha li sehaya Rêbertiyê bûm. Min hêna Ew nedîtibû, lê her çi bibe jî êdî ez li Sehayê bûm û min ê mîsoger Ew bidîta. Di nava van fikran de hewa jî hêdî hêdî ronî dibû. Hevalên Nobedar dest pê kirin bi gotina “Rojbaş Hevalino!” her kes şiyar dikirin.
Hevalan gotibûn ku Rêbertî ne li Akademiyê ye, lê di nava hefteyekê de dikare were. Beriya ku perwerdeya serê sibê dest pê bike hevalan ji bo me merasîmeke eskerî ya ji bo pêşwazîkirinê li dar xistin. Hevalê kordîne em herçar jî derxistin pêşberî îçtîmayê û em dan nasîn û ev pirs kir: “Tiştekî ku hûn dixwazin ji me re bibêjin heye?”
Kelecaneke pir mezin em pêçabûn. Yek jî li pêşberî bi sedan hevalan tiştekî bê gotin nedihat bîra me. Me sê hevalan li hev kir û axaftin ji bo hevalê ku di nava me de herî zêde diaxivî hişt. Hevalên ku ketibûn merasîmê dema ku ev kelecana me dîtin bişirîn. Hevalê ku me ew wekî berdevkê komê hilbijart bi wê kelecana ku li ser dengê wî diteyisî bi kurtî axivî û em xelas kirin. Piştî ku axaftinên xwe qedand hemû hevalan jê re li çepikan dan. Dûvre me ji destpêka rêzê dest pê kir û yek bi yek me bi destê hemû hevalan girtin. Zêdetirî dused hevalî hebûn. Ez ji vê merasîma pêşwazîkirinê pir bandor bibûm. Moral dabû min. Yê ku were tenê hevalek jî bûya şagirtên Akademiyê ew bi merasîmê pêşwazî dikirin. Dûvre em derbasî Kamelyayê bûn, em ketin nîzama perwerdeyê. Beriya ku perwerde dest pê bike dîsa em ew hevalên ku nû hatine yek bi yek rabûn û me xwe da nasîn û me soza xwe ya tevlîbûna dewreyê da. Êdî em jî bi awayekî fermî bibûn şagirtên Dibistana Navendî ya Partiyê ya ku Rêbertiyê lê perwerde dida.
Dîtina Rêbertiyê, encax piştî hefteyeke ku li me gelekî dirêj hatibû pêk hat. Êdî em fêrî nîvengê bibûn. Nîvengeke pir cuda bû. Pergaleke xwezayî ya bêyî kêmasî rûniştibû. Bi rabûna sibê re îçtîma dihat girtin, hema piştî wê sporeke bi qasî saetekê hebû û dûvre taştê dihat xwarin. Saet di 7:30’an de perwerdeyê dest pê dikir, ji saet 11’an heta 1:30’ê navber dihat dayîn. Saet 1:30’ê dîsa dest pê dikir û di saet 4’an de diqediya. Her du rojan carekê tekmîl dihat girtin û êvarî jî temaşekirina televîzyonê û xebatên takekesî hebûn. Feqet tişta ku li ser nîvengê serwer ji derveyî vê xebitîna fermî, hewaya xwezayî ya di nava jiyanê de bû. Xebitîneke xwezayî hebû. Nîvengeke wisa bû ku her kes ji dil û can tevlî dibû, ne monoton bû û mirov aciz nedikir, peywendî û nîqaş pir germ bûn û her tişt lê dihatin parvekirin. Min wê çaxê di ber xwe de got, “ya ku jê re jiyana sosyalîstî tê gotin her hal ev e.” Mîna ku li çola germ a Rojhilata Navîn waheyeke hênik bû ku jê jiyan derdiket holê.
Dîsa li vê erdnîgariyê û di nava sîstema serwer a cihanî de ku pir paşverû ye, mîna giravokeke jiyana azad bû. Rêbertiyê ev afirandibû. Li vir, ku ji zeman û mekanê li derve serbixwe bû, jiyanake nû dihat afirandin. Tiştên ku di ferd de û di fikrê de kevn; tiştên aîdî dijmin, aîdî sîstema serwer dihatin hilweşandin; tişta nû, tişta ji bo civakê, tişta li ser navê wekhevî û azadiyê dihat înşakirin. Ev der qadeke têkoşînê bû; mabeyna tiştên ku Rêbertiyê dixwest înşa bike û xisletên berê yên di kesayetên me de. Vê têkoşînê enerjiyeke wisa derdixist holê ku atmosfera dibistanê dibû qadeke mîna çavkaniyeke jiyanê zindî, bi liv û lebat û bi coş. Her kesî hewl dida xwe bigihîne van pîvanan; asta ku bi dest xistiye jî li gel derdora xwe parve dikir. Mudaxeleyî nebesiyên derdora xwe dikir, rexne dikir û bi vî rengî kontroleke xwezayî serwer dibû. Dema ku min hewl da vê atmosferê çavdêrî bikim û nas bikim hefteyek derbas bibû. Serê sibê me dengê wê wesayîta ku em li bendê bûn bihîst. Erê, ew kêliya ku bi bêsebrî li bendê bûm hatibû!
Yê ku hatibû Rêber Apo bû. Me yê bi hev re firavîn bixwara.
Bi bêsebrî mam li benda danê nîvro. Li milê din jî min dest pê kir li ser kêliya dîtina yekemîn a Rêbertiyê xeyal mezin kirin û diponijîm gelo ez çawa tevbigerim. Di serê min de zelalî çênedibû, ez bi ti awayî nedigihiştim hûnandineke zelal. Herî dawî min dest jê berda û min biryar da ku her tişt xwezayî pêş bikeve. Ez bawer im min ya herî rast kiriye. Di vê heynê de bibû danê nîvro. Hevalê kordîne ji me re got xwe amade bikin. Erê, ew kêlî hatibû. Ruxmî ku heval ji bo ku em rehet bibin bi me re axivîbûn û tecrubeyên xwe ragihandibûn jî kelecanê ez pêçabûm. Hevalan digot, “Xwezayî tevbigerin. Li gel Rêbertiyê her kes xwe rehet his dike. Rêbertî wisa dike ku heçkû hemû kelecana însan jê dikşîne û dûr dixîne.” Lê çi feydeya van gotinan heye! Hersê hevalên din jî herî kêm bi qasî min bi heyecan bûn. Dema ku em bi vê kelecanê li ber deriyê bînaya ku Rêbertî lê dimîne disekinîn hevalê kordîne gazî me kir. Em çawa di derî re derbas bûn ji nava odeyê dengekî geş got, “Hûn hatin?” Dûvre li ber derî bi sekna xwe ya tîk û bi heybet, bi birqa çavên reş ên ku wekî çavkaniya jiyanê dibiriqî û di kêliyê de hemû hebûna me dipêça, Rêber Apo li beramberî me bû. Ez dibêjim qey fikrên ku di wê kêliyê de di serê min re derbas bûn ez ê nikaribim ti carî tarîf bikim. Feqet her ku fotografên Rêbertiyê bibînim ez ê biketama nava wan hestan, wê hewaya ruhî. Wê her mêzekirineke Rêbertî bihata ber çavê min. Hestên wisa bûn ku heta wê demê neketibûm navê, biyaniyê van hestan bûm. Mîna ku ji wê mêzekirinê enerjiyeke nûpînû, hêzeke jiyanê derbasî laşê min dibû. Min dixwest ew kêlî bi saetan, bi rojan dewam bike. Min carekê dît destê Rêbertiyê li ser destê min e, min ber bi pêş ve, ber bi xwe ve kişand û ji herdu gepên min maç kir û ez silav kirim. Piştî ku bi heman rengî silav da hemû hevalan em derbasî salona rûniştinê kirin. Em çûn û rûniştin.
Ji hevalê paşî dest pê kir û pirsên xwe yên hevnaskirinê pirsî. Ez di rêza sêyemîn de bûm. Dema ku Rêbertî li gel hevalên din diaxivî min jî bi baldarî temaşeyî Rêbertiyê dikir. Di pirsên Wî de, di uslûbê Wî de, heta di tonê dengê Wî de hewayeke ewqasî samîmî, ewqasî nas hebû ku bi mirov wisa dide hiskirin ku tu li gel hevalekî xwe yê pir nêz, pir samîmî ye. Her çiqasî kelecana me hêna jî dewam dikir, lê ji wê panîka ku em ketibûn navê tiştek nemabû. Atmosfereke pir xwezayî ya sohbetê ava bibû. Dor hatibû min. Li nava çavê min nêrî, di wê kêliyê de wekî ku kehrebê bi min girt li min hat. Min hema çavê xwe zivîrand. Feqet ez rehet bûm. Min guhdarî dengê xwe kir. Dengê min bi rengekî ku min jî şaş bike normal derdiket. Min xwe bi kurtî da naskirin.
Pirsî bê ez ji ku me. Dûvre got:
-Tu Ereb î?
Min got:
-Erê.
Keniya û got:
-Naxwe tu jî ji me bandor bûyî û wisa hatiye. Baş e, tu yê karibî bi me re bimeşî? Jiyana me, têkoşîna me çetin e.
Min got ku ez di mijara meşê de bi biryar û bi îdîa me.
Got: -Ez ji ber vê dibêjim: Kesên ku ji milê we hatin û tevlî bûn hebûn. Feqet zehmetî kişandin. Niyeta wan pir baş bû, feqet şert û mercên jiyan û têkoşîna me li wan zehmet tê, zehmetiyê dikşînin.
Û wisa domand:
-Em hatina we (Ereban) girîng dibînin. Li vir perwerde xurt e, heger tu rast nêz bibî wê te bi qewet bike. Tu yê jiyana me jî bibînî, nas bikî. Heger tu bi îdîa bî, jiyana herî bi rûmet ev jiyan e. Li ser navê gelên me, li ser navê şoreşê meşa herî bi rûmet ev meş e. Ev partî, partiya we Ereban e jî. Êdî li ser we dimîne. Binêre, em xebatên girîng ên şoreşê li vir, li ser xakên we dimeşînin.
Min jî diyar kir ku ez ê bi vê perspektîf û biryardariyê hewl bidim ji perwerdeyê encamên bi hêz derxînim.
Dûvre sohbeta me dewam kir. Têkildarî qada em jê hatine, pêvajoya siyasî, dîsa têkildarî Akademiyê gelek pirs pirsîn û li nêrînên me guhdar kir. Dema ku ev dikir li milekî nûçeyên televîzyonê dişopand, li milekî jî ji radyoyê guhdarî BBC dikir. Sê kar bi hev re dikir. Ruxmî ku guhdarî nûçeyan dikir di ser ti gotinên me re jî derbas nedibû. Pir şaşwaz bibûm. Piştî ku nêzî du saetan bi me re axivî me bi hev re xwarin xwar û li ser piya perspektîfên dawî yên wê rojê dan me. Got: “Her tişt girêdayî we ye. Li vir pergaleke perwerdeyê heye. Heger hûn bixwazibin bigirin heta dawiyê îmkan hene. Û rêya we vekirî ye. Ji derveyî vê ji ti kesekî din ti bendewariyê nekin. Ya diyarker nêzîkatiya we bi xwe ye.” Piştî ku daxwazên xwe yên serketinê îfade kir em ji odeyê veqetiyan. Ez pir rehet bibûm. Min hêz û moraleke pir mezin jê girtibû. Nêzîkatiya dilgerm, hevaltî ya Rêbertiyê û perspektîfên dayî heçkû ez efsûnî kiribûm.
Min ji her demê bêhtir xwe bi hêz, bi îdîa û bi moral his dikir. Ji bo ku lawazî û kêmasiyên xwe derbas bikim biryardariya min mezin bibû û îdîaya min a şoreşgerî qayîm bibû. Ji vê û şûn de êdî bi awayekî baş nirxandina vê şensa mezin a ku Rêbertî, partiyê pêşkêşî me kiriye diket ser milê me. Li ser milê me bû ku em heqê vê kedê bidin û layiqî wê bibin.
…
Dewreya me di biharê de dest pê kiribû û em gihiştibûn hefteyên wê yên dawî. Em jî wekî şagirtên dewreya piştî vê dewreyê, tevlî dersan dibûn. Piştî pêvajoyeke têr û tijî ya dahûrandinê hevalên ku dewre temam kirin wê berê xwe bidana pratîkê. Dema ku me havîneke germ a Rojhilata Navîn li pey xwe dihişt, dewreyeke perwerdeyê jî bi dawî bibû. Vesazî hatibûn çêkirin, grûbên ku wê biçûna her devera welat hatibûn amadekirin. Li gel hemû hevalan kelecan û coşeke mezin hebû. Piraniya hevalên ku dewre temam kiribûn diçûn. Em, ên ku di nîvê dewrê de yan jî di dawiya dewrê de hatibûn jî ji bo dewreya piştî wê diman. Lê em, ên ku wê bimînin jî herî kêm bi qasî hevalên ku wê biçin bi kelecan bûn.
Her kes di bin bandora vê atmosferê de bû. Sohbetên dawî, voltayên dawî, şîretên dawî yên ku bi hevrêtî dihatin kirin, daxwazên serketinê û hêvî; dîsa wêneyên dawî yên bîranînê yên bi manzarayên hiznê, keyfxweşiyê û nivîsên biranînê yên bi çend hevokan li ser defterên takekesî dihatin nivîsandin… Di hemûyan de jî hesreta welat, hêviya zaferê û hestên zîz ên veqetîna fîzîkî hebûn. Ev hest hemû ketibûn zik hev û geş bûn. Li gel her kesî heman hest hebûn. Li wî mekanî her tişt dihatin parvekirin. Halekî hevpar ê ruh hebû ku tarîfkirina wê zehmet e. Her kes bi hev re keyfxweş dibe, bi hev re xemgîn dibe. Hemû hestên azadiyê yên aîdî gelekî di asta herî jor de li vir tên jiyîn. Hemû dil ji bo welat û azadiyê lê didin. Ji ber ku ev der ‘mekanê mîmarê azadiyê û welat” e. Ev, ewilî li vir tên îmarkirin û dûvre ji bo welat tên veguhestin. Akademî, mîna ku di nîvê çola Ereban de parçeyekî welatê azad bû. Parçeyekî wisa yê welat bû ku li zeman û mekanekî ji derdora xwe cuda dijiya.
Me ji dengê erebeyan fêm kiribû ku Rêbertî şev di wextekî dereng de hatibû dibistanê. Êdî zelal bibû ku wê grûb derketana. Serê sibê di saet 8’an de em hemû, bi rengê ku grûba ku wê derkeve ser rê li pêşiyê rûniştibû, me li Kamelyayê cihê xwe girt. Rêbertî hat, ji bo hevalên ku wê biçin çarçove û perspektîfeke giştî da û dûvre ew yek bi yek ji bo diyalogê rakirin û dest bi hevpeymanan kir. Her hevalê radibû ewilî xwe dida naskirin, asta xwe ya biryardarî û amadekariyê datanî holê. Rêbertî, piştî ku yek-du pirs dikirin li gorî asta wî hevalî û xusûsiyetên kesayeta wî nirxandin dikirin û hêz dida. Û hevpeyman datanî. Piştî ku peyman xelas bûn, Rêbertiyê li gel hevalên ku wê biçin wêne kişandin.
Piştî nîvro, li sehaya sporê me bi merasîmeke eskerî ji hevalan xatir xwest. Rêbertî li pêş, hevalên ku wê biçin jî li dorê bûn, dema ku ber bi erebeyan ve dimeşiyan em jî ketibûn pey wan. Rêbertî perspektîfên dawî dida û li gel hevalan sohbet dikir. Di vê heynê de em gihiştin gel erebeyan. Êdî wextê veqetînê hatibû. Her kesî hilma xwe girtibû û li benda gotinên Rêbertiyê bû.
Rêbertî ewilî li asîman nêrî û dûvre jî li dara ku pelên wê li ber zerbûnê ne mêze kir. Çavên Wî yên biriqokî kêliyekê kûr û dûr çûn. Bi dengekî ku ji nava dilê wî dihat got:
-Me Kemal (Pir) jî wisa şandibû. Heçkû duh bû.
Dûvre berê xwe da hevalên ku wê biçin:
-Em we jî digihînin welat. Em we li xakên Kurdistanê belav dikin. Lê, hûn ê bi rehetî nemirin. Hûn bi xwe re parçeyekî me jî dibin. Bizanin ku heta hûn bijîn hûn ê min jî bidin jiyandin.
Û dema ku heval yek bi yek li erebeyê siwar dikir û xatir dixwest got:
-Biçin li wir ji bo me jî cih vekin. Lê, bi rehetî nemirin.
Ev gotin bi caran anî ziman. Di wê kêliyê de em di cihê xwe de mit û mat mabûn. Em li ber girî bûn. Jixwe gelek heval jî digiriyan. Kêliyeke wisa, mirov çiqasî dikare vebêje nizanim? Hestên wisa giranbiha gelo li devereke cuda ya dinyayê hatine jiyîn? Hestên wisa hezkirina ji welat, hezkirina ji hevrêyên xwe, dilsoziya bi şehîd û hwd. bi rengê şênber, bi rengê xwerû gihiştiye îfadeyekê? Nêzî dused hevalên li wir, çavên me, guhên me û hemû hestên me li nuqteyekê; li ser Rêbertiyê kilît bibûn. Heçkû em bibûn bedenek, me di dilekî de lê dida.
Û em tenê bibûn şahidê kêliyeke ji nava bi sedan kêliyan. Feqet Rêbertiyê bîst salan nêzî sih hezar hevalî perwerde kiribûn, keda herî giranbiha pêşkêşî wan kiribû û ew amade kiribûn û kom bi kom bi hêviyeke mezin şandibûn welat. Ev kêlî, ev hest bi sedan carî nû kiribû. Dilekî çawa dikare xwe li beramberî vê ragire? Dilekî çawa ye ku dikare welatekî, gelekî, heta dinyayê, mirovatiyê û bi hezaran hevrêyên xwe tê de hilgire? Dilekî wisa ye ku wan di nava azweriya xwe ya azadkirinê û keda xwe de mezin dike; hemû keyfxweşî û êşên xwe di nava xwe de hildigire. Û çûyîna her komekê yan jî her nûçeyeke şehadetê ji bo Wî dihat maneya sondeke nû û dilsoziyeke nû ya bi bîranînê. Wê kêliyê berê xwe da hevrêyeke jin a ku digiriya û got:
-Hûn rondikên xwe pir erzan dibarînin, lê ez rondikên xwe diherikînim nava xwe û wan vediguherînim hêzekê, hêza têkoşînê.
Dema ku ev gotibû jî esas ev tiştên me li jorê anîbûn ziman îfade dikir.
Dema ku erebe ber bi nîzamiyeyê ketin ser rê, me jî wekî ku em dixwazin dengê xwe bigihînin welat me dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bi Can, Bi Xwîn Em Bi Te Re Ne Ey Serok” berz dikirin. Rêbertî mîna ku hemû welat û hevrêyên xwe silav dikir herdu destên xwe li pey erebeyan kil dikir, dihejand.
Wê kêliyê heçkû welat bibû Rêbertî û Rêbertî jî bibû welat.