LUZERN- TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û Teko-JIN (Jinên Ciwanên Têkoşer) bang li ciwanên welatparêz ên Kurdistanê kirin ku beşdarî gera çand û xwezayê ya 2 rojan a ku cara yekem li bajarê Luzern ê Swîsreyê tê lidarxistin bibin.
TCŞ’ê der barê gera Çand û Xwezayê ya ku li Luzern a Swîsreyê tê lidarxistin de ev agahî da;
“Em hemû ciwanên Kurdistanê vedixwînin meşa xwezayê ya ku em ê bi naverokek dewlemend bi armanca hişyarkirinê, di bin navê Meşa Çand û Xwezayê de li dar bixin, da ku karibin dengê xwe bidin komkujiyên ekolojîk ên li Kurdistanê tên kirin.
Naveroka Tûra Çand û Xwezayê ya ku dê bê lidarxistin wiha ye;
“Koma çand, saz û gîtar”
“Rêdanên kanyon û xwezayê”
“Sohbet û gotûbêj”
“Çanda xwe nas bikin”
“Xwarin”
Ciwanên ku dixwazin beşdar bibin dikarin bi hesabê Instagramê “@Tcs.zurich” re têkilî daynin.