QAMIŞLO – Îro danê êvarê endamê Hêzên Ewlekariya Hindûrîn Amar El Hisên bi merasîmekî hat oxir kirin.
Şehîd Amar ji Beradeya Şehîdan hat rakirin û bi dehan gel bi dirûşmeyan cenaze birin Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan.
Li ser navê Saziya Tekoşîna li dijî madeyên hişbir a Asayîşê û Kongreya Îslama Demokratîk axaftin hat kirin û soza şopa rêyê şehîd Amar hat dayîn. Her wiha li ser navê malbata şehîd Amar jî axaftin hat kirin û qala jiyana wî ya tekoşer hat kirin.
Di dawiyê de wesîqeyê şehîd hat xwendin û cenaze hat veşartin.