NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst wê di çalakiya “Meşa Dirêj” a ku her sal ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi awayekî kevneşopî tê lidarxistin, bên cem hev.
Çalakiya Meşa Dirêj a ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bê lidarxistin, wê di navbera bajarên Elmanya Bîelefeld û Dûîsbûrgê de di navbera 15-20’ê Îlonê de bê lidarxistin.
Komîteya Amadekar a çalakiyê bang li ser hesabên medyaya dijîtal kir ku çalakiya bi şîara “Ji Rêber APO re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bê lidarxistin û got, “Em bang li ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonalîst dikin ku li dora Rêber APO bibin yek. ”
Di roja ewil a çalakiya ku wê ji bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê heta Duîsbûrgê dewam bike, wê bi konferansa li ser Rêber APO destpê bike.
DÊ CIWAN DI “MEŞA DIRÊJ” DE BÊN CEM HEV.
Komîteya amadekar got, “Em ê weke ciwanên Kurd û enternasyonalîst bibin yek; Li dijî kapîtalîzm, faşîzm û kolonyalîzmê em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Bi gotina “Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin û bi Rêber APO re xeyala xwe pêk bînin” bal kişand ser girîngiya çalakiyê.
Ji aliyê komîteya amadekar a çalakiya Meşa Dirêj a ku tê payîn bi sedan ciwan ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya, Îngilîstan û ji çar aliyê Ewropayê beşdarî çalakiyê bibin, rêya ku wê çalakî li dar bixin, hate eşkerekirin.
Rêwîtiya çalakiya ku wê roj bi roj dewam bike wiha ye;
15.09.2024 – Civîn – Bornstrasse 166 Dortmund
15.09.2024 – Roj 1 – Konferansa Önder APO
16.09.2024 – Roja 2 – Bielefeld
17.09.2024 – Roja 3 – Hamm
18.09.2024 – Roja 4 – Dortmund
19.09.2024 – Roja 5 – Essen
20.09.2024 – Roja 6 – Duisburg
Ji bo ragihandinê;
Mail: [email protected]
Instagram: @mesadirej2024
Telegram: @mesadirej2024