HESEKÊ- Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di çerçoweya hemleya ‘Mala Xwe, Taxa Xwe, Welatê Xwe Biparêze’ de ji bo pêşxistina şerê gelê şoreşgerî xebatên xweparastinê didomînin.
Ciwan bi mîsyona pêşengê civakê ve, ji bo civakekî bi ewleh û xweser avabikin û welatê xwe ji dagirkeriyê û êrîşan biparêzin xwe di milê leşkerî de pêşdixin. Di seranserê Bakûr û Rojhilatê Sûrî, ciwan bi vê zanebûnê tevdigerin.
Di vê bingehê de li bajarê Hesekê, ciwan û jinên ciwan perwerdeya bikaranîna çek dibînin. Ciwan û jinên ciwanên ku eleqe û girîngiyekî mezin nîşanî perwerdê didin tînin ziman ku xweparastin mijarekî hebûn û tunebûnê. Dibêjin ku civakekî bêparastin bi her awayî ji êrîş û dagirkeriye re vekiriye.
Ciwan beriya ku bikaranîna çek fêr bibin, li ser girîngiya xweparastine semîner birin û di nava semînerê de nîqaş pêşketin. Nîqaşan de tiştê ku ji aliyê ciwan û jinên ciwan ve hate ziman wiha bûn:
“Welatekî azad û serbixwe ancax bi xweparastinê ve gengaz e. Dîrokê de jî tê dîtin; yê ku xwe neparêze an jî parastina xwe bixe destê hêzen derve hertim bi dagirkeriyê re rû bi rû dimîne û dibe koleyê hêzên derve. Ji ber vê jî divê em ji bo bi şerê gelê şoreşgerî re paradigmaya Rêber APO (Netewa Demokratîk) pêkbînin û welatêkî azad û civakekî zane ava bikin divê em xweparastina xwe pêşbixin. Pêwîste hemû ciwan wekî me erkê xwe yê pêşengtiyê rabe.”