BORDEAUX – Bernameya gera ciwanan a ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşêr (TekoJIN) ve li Bordeaûxê hatibû lidarxistin, roja xwe ya 4’emîn bi dawî kir.
Roja 4’êmîn a gera ciwanan de piştî taştê, perwerdeya şerê taybet hate lidarxistin. Di perwerdeyê de agahî hatin dayîn ku şerê taybet çi ye, kengî dest pê kiriye û bi çi awayî li ser Kurdistanê û gelê Kurd hatiye meşandin. Piştî perwerdeyê navbera xwarinê hat dayîn.
Piştî nîvro, bajarê Arcachon ku li peravên Okyanûsa Atlantîk li parêzgeha Bordeaux ye, hat ziyaretkirin. Serdan bi giranî li derûdora qûmê ya mezin “Dune du Pilat” ku di encama bûyerek xwezayî de derketibû, pêk hat. Der barê girê “Dune du Pilat” de ev agahî tên dayîn:
Taybetmendiya girê “Dune du Pilat” ew e ku li hember herêma ku lê ye qeraxeke deryayê heye û ew berhema diyardeya pêlê ye ku di deryayê de pêk tê. Ev gir dema ku qûma ku piştî av vekişiya derket holê ji ber bayê ber bi qeraxê ve hat kişandin.
Gir nêzî 200 sal in bi vî rengî pêş dikeve, xala herî bilind a pîvandinê 103,6 metre ye, firehiya wî nêzî 500 metre ye û dirêjahiya wî jî nêzî 3 kîlometre ye. “Gir her sal bi navînî 3 heta 6 metre ber bi bejê ve diçe û berê jî bûye sedema valakirina jîngehan.”
Di vegerê de ji Arcachonê, maçên dostane di navbera saet 20:00-22:00 de pêk hatin. Piştî maçên dostaniyê roja 4’emîn bi dawî bû.