BORDOX – Tûra Ciwanan a ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşêr (TekoJIN) ve li Bordeauxê hatibû lidarxistin, îro di roja xwe ya 5’emîn de bi dawî bû.
Di roja 5’emîn a tûra ciwanan a li Bordeaûxê hat lidarxistin de piştî taştê tûrnûvaya bîlardoyê hat tertîpkirin. Turnuva heta nîvro berdewam kir. Piştî tûrnûvayê ciwanan bêhnvedana xwarinê xwarin.
Piştî nîvro jî ciwanan li ser dîroka partiyê perwerdeyek li dar xist. Piştî perwerdeyê ciwanan pêşbirka quizê li dar xistin. Pêşbirka quizê ji 4 tîmên Şehîd Kanîreş, Şehîd Baran Mawa, Şehîd Andok Dorşîn û Şehîd Kemal Pîr pêk dihat. 5’emîn Parastina Rêbertiyê ji bo tîma Şehîd Kanîreş a ku di pêşbirkê de bi 150 puanan bû yekemîn, weke xelat hat dayîn.
Piştî pêşbirkê ji bo gera 5 rojan danişîna nirxandinê hat lidarxistin. Piştî danişîna nirxandinê, ciwan beşdarî çalakiya ji bo 2 rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin bûn. Piştî çalakiyê ciwanên beşdarî gerê bûn xatir ji hev xwestin û tur bi dawî kirin.