NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku li dijî tecrîd û operasyona dagirkeriyê, Milîsên Atakan Mahîr 4’ê Tebaxê li dijî beşa şûştinê ya Otela Şehîr a li Emînonûya Stenbolê û 23’3e Tebaxê jî li dijî depoya Otela Grand Star a li Sîraselvilerê çalakiyek li dar xistin.
Daxuyanîwiha ye:
Li Dijî Tecrîd û Operasyonên Dagirkeriyê ji Mîlîsên HBDH’ê Çalakiyên Seferberiyê
Agahiyên li ser çalakiyên bersivdayînê yên ji aliyê Milîsên HBDH Atakan Mahîr ve li Stenbolê hatin lidarxistin;
1- 4’ê Tebaxê di saetên sibehê de beşa embarên Otela Şehîr a li Emînonûya Stenbolê ku weke cilşûştinê dihat bikaranîn, bû hedefa Milîsên me. Depoya ku şewitî di encama şewatê de nikare bê bikaranîn.
2- 23’ê Tebaxê bi şev saet 01:00’an depoya Otela Grand Star a li Sîraselvîler a Stenbolê hat şewitandin. Di çalakiyê de depo bi temamî hate rûxandin, ziyana madî ya giran hate tesbîtkirin.
Di her du çalakiyan de hat tesbîtkirin ku tûrîstên li otêl û derdora wê ji otêlan derketin.
Sektora tûrîzmê ku şerê qirêj ê faşîzmê dimeşîne fînanse dike û bûye navenda îstîsmara kedê ya kapîtalîstên hevkar, careke din bû hedefa me. Li Kurdistanê operasyonên dagirkeriyê didomin, hevalên me yên girtî di zindanan de di bin zext û îşkenceyê de ne, gelê me bi pêkanînên rejîma faşîst ve tê xwestin ku dest bikeve, kes nikare bi azadî tevbigere!
Komara Tirk a qirker ku bi desteka sermayeya kapîtalîst û hevkarên herêmî êrîşên xwe yên dagirkeriyê li Kurdistanê zêde kiriye, her roj bombeyan li cihên niştecihbûna gel dibarîne û gazên qedexe li dijî gerîla bi kar tîne. Dîsa Bakurê Kurdistanê û Tirkiye bi operasyonên qirkirina siyasî dixwazin gel bitirsînin.
Dem dema misogerkirina serketinê ye bi xistina derba herî mezin li metropolan li rejîma faşîst a ku li hemberî şêwaza şerê serdema nû û vîna pola ya gerîlayên azadiyê winda kiriye.
Ev bingeh banga me ya ji bo ciwanan e; Ji bo hilweşandina nîzama metînger-faşîst tevli refên HBDH’ê bibin!
Ji faşîzm û alîgirên wê hesab bipirsin!
Bijî HBDH!
Bijî Berxwedana me ya Gerîla!
Ji Sistema Tecrîdê re dawî!