TEBQA-Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê di êrîşa hewayî de wesayîta xebatkarên çapemeniya azad hedef girt. Di êrîşê de 2 rojnamegerên jin ên Kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn. 6 rojnamevanên pê re jî birîndar bûn.
Bertekên li hemberî vê êrîşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin. Li Tebqayê bi dehan jin di nav de endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Meclîsa Jinan a Zenûbya hatin cem hev û qetilkirina rojnamegerên jin şermezar kirin.
Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, bi daxuyaniya çapemeniyê ya li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan hat xwendin, dewam kir. Di daxuyaniyê de hedefgirtin û qetilkirina kedkarên çapemeniya azad hat şermezarkirin. Jinên ciwan diyar kirin ku ew ê hesabê êrîşan bipirsin.
Di çalakiyê de her wiha bal hat kişandin ser biryara dewleta Îranê ya îdamkirina 2 rojnamegerên jin ên Kurd. Jinên ciwan diyar kirin ku ew ê berxwedana jinan li her derê ragihînin û ji bo careke din komkujî pêk neyên, têkoşîna xwe berfirehtir bikin.
Piştî daxuyaniyê jinên ciwan şanoyek li dar xistin û bal kişandin ser polîtîkayên darvekirinê yên dewleta Îranê.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.