QAMİŞLO– Semîner li hola navenda Çand û Hunerê ya bajarê Çilaxayê hate dayîn. Bi dehan endamên tevgerê, yekitiyê û şêniyên bajarê hazir bûn.
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Çilaxayê Salih Sefo semîner bi rêve bir û têgeha şerê gel ê şoreşgerî li gorî felsefeya Rêber APO şîrove kir.
Sefo dûre gelek mînak li ser şerê gel ê şoreşgerî da mîna berxwedana gelê Vietnamê û Japonyayê li hember artêşa Amerîkayê û çawa serî jê re netewandine û şerê gel ê şoreşgerî ji berxwedana xwe re kirine bingeh û bi ser ketine.
Sefo wiha domand: “Bi saya şoreşa 19`ê Tîrmehê me gelek destkeftî hatin bidestxistin, herêmên me ji dagirkeriyê hatin rizgarkirin, ewlehî serwer bû. Ev jî bi rêya şerê gel ê şoreşgerî pêk hat. Em amade ne li hember êrişan bisekinin.”
Sefo diyar kir ku divê gel xwe li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike û xwe bispêre ciwanan û got: “Ciwan bingeha birêxistinkirina civaka ne. Ji ber wê divê ciwan roleke mezin di vê pêvajoyê de bilîzin.”
Piştre sinevizyonek li ser şerê gel ê şoreşgerî bi nêrîna Rêber APO ve û berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê di çarçoveya mafê parastina rewa de hate pêşandan.