DÛÎSBURG – Li bajarê Elmanya Duîsbûrgê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger dê perwerdeya Konfederalîzma Demokratîk hate lidarxistin.
Ciwanan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest bi perwerdeyê kirin.
Di perwerdeyê de avahî û karkirina Neteweya Demokratîk û Sîstema Konfederal hate nîqaşkirin. Her wiha li ser komîn û meclîs û girîngiya wan lêkolînên berfireh hatin kirin. Hat diyarkirin ku divê ciwan di xebatên înşayê de pêşengiyê bikin.
Ciwanên ku ferqa navbera jiyana komînal û pergala dewleta klasîk a heyî de dan ber hev, bi rexneyên xwe yên li ser pergala heyî perwerde bi dawî kirin.
Hat diyarkirin ku divê ciwan di xebatên înşayê de pêşengiyê bikin.