SWÎSRE – Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşêr (TekoJIN) li bajarê Luzern ê Swîsreyê di çalakiya bi navê “Xweza û çanda me” de hatin cem hev.
Ciwanên welatparêz ên Kurdistanê ku di navbera 23 û 25’ê Tebaxê de hatin cem hev, diyar kirin ku ew ê her tim li dijî êrîşên li ser ziman û çanda Kurdî ya li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê tê jiyîn li ber xwe bidin û bi her awayî çanda xwe biparêzin.
Di çalakiya gera xwezayê de semînerek li ser naskirina çanda kurdî hat dayîn. Piştre ciwanan li ser çanda Kurdî sohbet û nîqaş kirin.
Ciwanan bi gerandina kaniyan û xwezayê çalakiya xwe berdewam kirin.
Ciwanan li derdora agir kom bûn û bi stranên şoreşgerî dawî li çalakiya xwe anîn.