NAVENDA NÛÇEYAN – Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo avakirina welatekî azad, ewle, serbixwe û demokratîk xebatên xwe bi hişmendiya Şerê Gel ê Şoreşgerî dimeşînin. Ev xebat li herêm û bajarên cuda bi pêşengiya ciwanan û jinên ciwan de bi hemû leza xwe ve didome.
Şehba
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şehba di çarçoveya hemleya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de bi beşdariya 15 jinên ciwan dewreyeke perwerdeya tenduristiyê vekir.
Perwerdeya 15 rojan a bi 15 jinên ciwan bi çalakiya moralê bi dawî bû.
Hesekê
Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Şeddadê ya Hesekê sempozyûma diyalogê li dar xist. Sempozyuma ku gelek ciwan beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên azadiyê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê nîqaşên li ser girîngiya şerê gel ê Şoreşgerî bi mijara Rola Ciwanan a di Şerê Gel ê Şoreşgerî de berdewam kir. Ciwanan bal kişandin ser çawaniya birêxistinkirina şerê gel ê şoreşgerî û nîqaş kûr kirin.