NAVENDA NÛÇEYAN-
Dilê me, li aliyekî tijî şahî û kêfxweşiya ku em ê biçûna çiya, li aliyekî jî tijî xemgînî dibû ku em ê ji Rêbertiyê dûr ketibana. Êdî ew kêlî hatibû. Me yek bi yek Rêbertî hembêz kir û li wesayîtan siwar bûn.
Elîf RONAHÎ…
‘XEYALEK BÛ DÎTINA RÊBERTÎ’
‘Xeyala her gerîlayekî/ê dîtina Rêbertî yê. Lê belê pêkhatina vê xeyalê, wê ji bo me weke şopeke cêwaz bimîne.
Bi silavdayîneke Rêbertiyê jî mirov xwezayî bi aram dibû. Dema min destpêkê Wî dît, min ew hembêz kir û nexwest berdim. Rêbertî, bi xwezayîbûna xwe ve yê/a pêşberî xwe jî bi aram dikir. Her cara min lê dinêriya, min bawer nedikir ku xeyala min pêk hatiye. Lê belê ez li wê derê li ba wî bûm..’
Dema min guhdar dikir, ez difikirîm ka mirovek çawa dibe bêyî ku kesekî bibîne di asta ku xwe ji bo wî feda bike pê ve tê girêdan. Bi sedan, bi hezaran ciwanên ku Rêber APO nedîtî bi xeyala wî derketine rê, tevlî têkoşînê bûne. Niha jî gelek têkoşerên ku ew nedîtî li çiya têdikoşe, şer dikin û ji bo vê xeyalê diçin ser mirinê û têk dibin.
‘GOTINA JI MIN RE GOTÎ…’
‘Beriya ez bêm welat, bi Rêbertiyê re diyalogeke me çêbû. Her cara ku gotinên wî tên bîra min, ez dixwazim bêtir di wan de kûr bibim. Ji min re gotibû ku ‘Heke tu bikevî zorê tu yê çi bikî?’ Min jî gotibû ku tiştên me ji Rêbertiyê girtî bes in û em dikarin vê pêk bînin.
Rêbertiyê dîsa dubare ji min pirsî;
‘Baş e heke tu dîsa pir bikevî zorê û çareseriyê nebînî tu yê çi bikî?’
Min jî bersiva ku ‘Ez ê bi hevalan bişêwirim’ dabû. Rêbetiyê jî piştî wê got, “Divê hûn jin bikaribin bi serê xwe çareseriyê bibînin, bibin çareserî. Divê hûn bi xwe bibin vîna çareseriyê. Ez bawer dikim ku bêyî hûn desteka kesî bigirin hûn dikarin vê bi ser bixin.”
Belê, piştî van nirxandinên Rêbetiyê weke jinekê, min baştir fêm kir ku ji her hêlê ve esasgirtina jinê çiqas watedar e. Di rastiya xwe de xwesertî ne ev e ma?; Îrade ew e ku mirov bikaribe îradebûna jinê deyne holê.’
‘Xatirxwestina me…’
‘Êdî roja ku em ê vegeriyana çiya hatibû. Dilê me, li aliyekî tijî şahî û kêfxweşiya ku em ê biçûna çiya, li aliyekî jî tijî xemgînî dibû ku em ê ji Rêbertiyê dûr ketibana. Êdî ew kêlî hatibû. Me yek bi yek Rêbertî hembêz kir û li wesayîtan siwar bûn. Paşê dema ku hemû hevalên jin ên di seyarê de hestiyar bûn, her kes bi hev re dest bi girinê kirin. Hevalê seyare diajot sekinî û dema got em vedigerin, me hemûyan bi hev re got ka ‘çima?’
Hevalê ajotkar got, ‘Rêbertiyê got ku kî/ê bigirî, paşde bizivirînin û ez ê jî vegerim’ û sekinî. Bi wê gotinê re hemû hevalan dev ji girînê berda, hêsirên xwe paqij kirin, çavên xwe ziwa kirin û gotin em dixwazin biçin çiya û em ê negirîn..
Piştre me dîsa destê xwe ji Rêbertiyê re hejand, xatir xwest û ber bi çiya ve ketin rê. Ew cara dawî bû ku min Rêbertî didît. Min, bi hêviya ku careke din bibînim, lez da têkoşîna xwe. Ji îro û pêde jî wê xeyala me her ev e.’