NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanan di çarçoveya hemleya “Mala Xwe, Taxa Xwe, Welatê Xwe Biparêze” ji bo piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn komên xweparastinê ava kirin.
Di koman de 27 ciwan û jinên ciwanên bajarê Holê, 2 rojan li ser çawaniya bikaranîna çekên ferdî û sivîk hatin perwerdekirin.
Li gorî endamên rêveber ên tevgera ciwanan, ev gav di çarçoveya zêdekirina amadekariyên li dijî her xeterî û êrişên li dijî herêmê û geşkirina têgeha xweparastinê pêk tê.
Hol yek ji herêmên çeteyên DAIŞˊê bi demeke dirêj kontrol kiribû. Çeteyan ew bajar ji bo êrişên li dijî Hesekê û herêmên derdora wî bi kar dianîn.
Bajarê Holê yek ji herêmên rûbirûyî gefên şaneyên DAIŞˊê ye, bi taybet ku tê de yek ji mezintirîn kampên li Sûriyeyê ku tê de malbatên çeteyên DAIŞˊê hene.