STUTTGART- Di pêşengiya TekoJIN de ji bo rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên di 23’ê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmanî di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de hatibûn qetilkirin, çalakiyek hate lidarxistin.
Pankartên ku wêneyên rojnamegerên hatin qetilkirin û Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî ku ji aliyê dewleta Îranê ve cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn hat hildan. hatin vekirin.
Li piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê şehîdên şoreşa Kurdistanê, daxuyaniya çapemeniyê ya li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin û hat destnîşankirin ku divê hevkariya KDP a bi dewleta Tirk re, ji bo sekinandina qetlîamên li ser gelê Kurd bê rawestandin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û hat gotin,
“Dewleta Tirk bi salan e li Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojava êrîşên sîstematîk pêk tîne. Ev êrîşên ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi dayîna qada hewayî tên destekkirin, ji bilî hevpariya qirkirinê ne tiştekî din e. Dewleta Tirk vê bivê destekê ve ji bo êrîşên balafirên bê mirov sivîl û tevgera jinên Kurd dike hedef. Bi taybetî di 23’ê Tebaxa 2020’an de di encama êrîşa balafirên keşfê yên dewleta Tirk de 2 rojnamegerên Kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin.”
Hate diyarkirin ku qetilkirina Şehîd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di encama hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re pêk hatiye û hate destnîşankirin ku PDK’ê bi vê hevkariyê re qada êrîş û komkujiyên nû ava kiriye.
Çalakiya ku bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin, piştî daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.
.