NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwan gotina Rêber APO ya “Perwerde ji nan û avê girîngtir e” ji bo xwe esas digrin. Di vê bingehê de ciwanen Bakûr û Rojhilatê Sûrî ji bo stratejiya şerê gelê şoreşgerî baş fem bikin û jiyanî bikin di nava xebatan de ne.
Di heman demê de ciwanên ku dixwazin Rêber APO fem bikin, berê xwe didin jiyana Wî û ji jiyana Rêber APO ve hewil didin Wî fem bikin. Li Qamişlo, Tirbêspiyê û Şehba li ser van esasan xebat hatin pêşxistin.
Qamişlo
Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Qamişloyê di heman çarçoveyê de komxebatek bi sernavê “Rola ciwanan di şerê gel ê şoreşgerî de” li dar xist.
Komxebat bi tevlêbûna 100 kesî li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya taxa Kornîş a Qamişloyê li dar ket.
Rêveberê Komîteya Parastinê ya Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişloyê Kanîwar Nîdal Silêman axivî û bixêrhatina beşdaran kir.
Dûre pêvajoya siyasî, geşedanên li herêma Rojhilata Navîn û cîhanê hatin gotûbêjkirin.
Piştî axaftinan komxebat bi xwendina perspektîfên Rêber APO ên bi sernavê “Yan Çareseriya Demokratîk an jî Şerê Gel ê Şoreşgerî” bi rê ve çû.
Dûre têkildarî şerê gelê şoreşgerî sînevîzyonek hate pêşandan.
Komxebat bi nêrîn û nîqaşên beşdaran berdewam kir û bi encamnameyekê bi dawî bû. Naveroka encamnameyê bi vî rengî ye:
1- Meclisa Ciwanên Şoreşger a Qamişloyê dê bi awayekî pêşeng tev li pêngava navneteweyî ya “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bibe.
2- Di çarçoveya xebatên şerê gel ê şoreşgerî de vekirina dewreyên perwerdeyên çekan û tenduristiyê.
3- Di komîn û meclisan de avakirina komîteyên parastina cewherî û ciwan li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî perwerdekirin.
4- Li dijî polîtîkayên şerê taybet (fihûş, madeyên hişbir, koçberkirina ji welat û hwd) xwegihandin û beşdarkirina ciwanan li nava stratejiya şerê gel ê şoreşgerî.
5- Li dijî êrişên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, teşwîqkirina ciwanan ji bo xebatên hêzên ewlehiyê û parastinê.
Tirbespiyê
Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê ji bo nîqaşkirina rêbazên “şerê gel ê şoreşgerî” semînerek li navenda xwe ya li bajêr da.
Di semînerê de endamê rêveberiya Meclisa Bajarê Tirbespiyê Hanî El Elawî axivî û behsa girîngiya şerê gel ê şoreşgerî di serxistina şoreşan de kir.
El Elawî wiha axivî: “Rêber APO girîngiyeke mezin da şerê gel ê şoreşgerî. Her wisa destnîşan kir ku ciwan dikarin vî şerî bi rê ve bibin ji ber ku xwedî enerjî û fikrên nû ne û ew bingeha avakirina civakan in.”
Her wiha El Elawî bal kişand ser rola pêkhateyan di hevgirtin û yekitiya li hember êrişan de û got: “Divê em civakeke birêxistinkirî li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî û ramanên Rêber APO ava bikin, ji ber ku gefên li ser civaka me hîna berdewam in.”
Dûre beşdaran jî teqezî bi girîngiya pratîkkirina şerê gel ê şoreşgerî ji bo parastina destkeftiyan kir.
Şehba
Yekîtiya Xwendekarên Şehba di çarçoveya hemleya “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de ji bo femkirin û hindûrîn kirina fikir û felsefeya Rêber APO dest bi xwandina pirtûka “Serpêhatiya Jiyana Herkesî Ye” kirin.
Pirtûk, jiyan û tekoşîna Rêber APO, ji zaroktiya Wî heya berxwedana Îmraliyê digre nav xwe. Ciwanên ku vê pirtûkê pir baldarî dixwînin tînin ziman ku ew di vê pirtûkê de dîroka gelekî, miletekî dibînin.