NAVENDA NÛÇEYAN- Şêniya ku panzerê Rûsyayê pê lê kiriye Evîn Îsa, li nexweşxaneya Dêrikê tê dermankirin. Evîn Îsa têkildarî bûyerê ji ajansa ANHA re axivî.
Evîn Îsa diyar kir ku ew ê xwepêşandanên xwe li hember dewriyeyên Rûsya-dewleta Tirk yên hevbeş bidomînin û got Rûsya berpirsyariyên xwe nayne cih û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê berdewam in, lewra xwepêşandanên wan jî dê bidomin.
Evînê got: “Em qebûl nakin, dewriyeyên hevbeş ên bi dewleta Tirk re ku êrişî herêmên me dike, di herêmên me re derbas bibin.”
Evînê anî ziman ku li şûna hêzên Rûsyayê berpirsyariyên xwe bi cih bînin û êrişan rawestînin, hewl da şêniyan bitirsînin û bi panzêrên xwe ajotin ser wan.
Evîn Îsa (31) dayika 4 zarokan e û ji gundê Dêrna Axî yê bajarê Çilaxa ye. Dema şêniyên gund li dijî dewriyeya hevbeş a Rûsya û dewleta Tirk derketin, panzêreke Rûsyayê pê li wê kiribû.