REQA– Duh li bajarê Qamişlo erebeyek teqiya, di encamê de welatiyê bi navê Xalîde Îsa û kurê wê Hecar Silêman ku endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger bû şehîd bûn, her wiha îro jî panzereke Rûsyayê, di dema redkirina welatiyan a derbasbûna dewriyeyeke Rûsya-Tirkiye li herêmê de, pê li jinekê ciwan kir û bi giranî birîndar kir. Hate hînbûn ku tedawiya jina ciwan didome.
Dîsa beriya demeke kurt di encama bombebarana Taxa Mesakin a li rojhilatê Amûdê de welatiyê bi navê Hanî Xelef (35) salî şehîd bû.
Êrîşên dewleta Tirk a faşîst, dagirker îro ji aliyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve li gelek cîhan hatin şermezarkirin.
Êrîş bi daxuyaniyekê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Reqayê ve hatin şermezarkirin. Daxuyanî li Stadyûma Şaredariya Bajarê Mezin ji aliyê Hevserokê Tevgera Ehmed El Hemûd ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin şermezarkirin û soza şopandina rêya Rêber APO û şehîdan a têkbirina hemû hêzên dagirker hate dayîn.
Hemûd di daxuyaniyê de bal kişand ser wê yekê ku birêxistinkirina ciwanan û parastina herêmê erkên me yên netewî ne û wiha got: “Em sond dixwin ku em ê li hember hemû êrîşên hêzên dagirker bi hemû hêza xwe tevbigerin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta em hemû hêzên ku hewl didin nasname û xaka me bi dest bixin têk bibin û em ê şopdarên rêya Rêbertî û şehîdan bin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok APO” bi dawî bû.