TEBQA- Duh li bajarê Qamişlo erebeyek teqiya, di encamê de welatiyê bi navê Xalîde Îsa û kurê wê Hecar Silêman şehîd bûn, her wiha îro jî panzereke Rûsyayê, di dema redkirina welatiyan a derbasbûna dewriyeyeke Rûsya-Tirkiye li herêmê de, pê li jinekê ciwan kir.
Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê meşek li dar xist. Di meşê de xelkê kantona Tebqayê beşdar bûn. Meş ji pêş avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve bi diruşma ˊna ji qetilkirina sivîlan reˊ, ˊbijî berxwedanˊ dest pê kir û li Çerxerêya Şehîdan vegerî mîtîngê.
Li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan Alaa Mihemed axivî û got: “Em soz didin şehîdên rûmet, azadî û Rêber APO ku tolê ji faşîsta Tirk û xayînan hilînin. Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, pêkanîna fikir û rêgezên neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li seranserî cîhanê têkoşîna şoreşgerî ya aştiyan û çekdarî dewam bikin.”
Serokê Meclisa Sûriya Pêşerojê ya kantona Tebqayê Ehmed El Xelef axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker hîna di siyasetên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewam dike. Derfetekê jî ji bo êrişkirinê bernade. Ji lew re em soz didin ku rêça şehîdan heta pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser dewam bikin. Ji ber dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriyeyê hewl dide derbeyê li vê projeyê bidin, fitne û krîzên hundirîn derbixin.”
Meş bi siloganên ˊNa ji qetilkirina sivîlan reˊ bi dawî bû.