QAMIŞLO – Îro li bajarê Qamişlo merasîma welatiyên Xalîde Mihemed Şerîf û kurê wê Hejar Ednan Silêman yên ku duh li taxa Anteriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker bi mayînekî hatin hedef kirin, pêk hat.
Bi sedan gel cenazeyan ji beradeya şehîdan rakirin û heya Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan meşiyan. Li wir, bi hezaran gel beşdarî merasîma şehîdan bûn.
Di serî de, ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştî wê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin hat kirin. Êrîşên li ser sîvîlan hatin şermezar kirin û hat destnîşankirin ku ewê weke şervanên Rêber Apo heya dawî axa xwe biparêzin û bi zarokên xwe yên ku canê xwe feda dikin re bin.
Her wiha, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Kongra Star jî axaftin hatin kirin.
Piştî wê wesîqeya şehadetê hat xwendin û ji malbatê re hat radest kirin.
Piştre bira û kurê şehîdan bi navê Egîd axivî û diyar kir ku malbat Apoyî mezin bû û wê heya dawî jî Apoyî bimîne. Her wiha, destnîşan kir ku bi şehadeta dayîk û birayê xwe serbilind e û soza xwe li beramberî Rêber Apo û şehîdên şoreşê ji bo tekoşîna azadiyê dubare dike.
Di dawiyê de girseyê gel cenazeyan veşart.