DUSSELDORF – Li bajarê Elmanya Dusseldorfê bi pêşengiya endamên TCŞ û TekoJIN’ê merasîmeke şehîdan hat lidarxistin. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Li dû deqîqeya rêzgirtinê li ser navê KOMAW’ê Dayîka Şengê axivî. Piştî axaftina Dayîka Şengê dayika Şehîd Lecwan Munzur (Ayten Dersim) axivî.
Ayten Dêrsim di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên hefteyên dawî yên li dijî Kurdistanê û zêdebûna faşîzma li Ewropayê. Ayten Dêrsim wuha got:
“Tenê rizgariyek me heye. Ji bo mîrateya ku şehîdên me ji me re hiştine bi azadiyê tacîdar bikin, divê em têkoşîna wan hembêz bikin û welatê xwe yê azad ava bikin. Ti kes nikare gelê rêxistinkirî têk bibe. Ji ber vê yekê, çi xebatên jinan be, çi xebatên ciwanan be, çi xebatên giştî; Divê em rêxistina xwe bêtir xurt bikin,”
Piştî Ayten Dêrsim dayika Şehîd Hewrê Çîya (Dayîka Bahar) axivî. Dayîka Bahar bal kişand ser girîngiya ciwanan di têkoşîna azadiyê de û banga tevlîbûna nava refên gerîla kir.
Piştî dayikên şehîdan li ser navê TCŞ’ê Sîdar Serhed axivî. Sîdar Serhed berxwedana bêhempa ya Rêber APO ya li dijî sîstema qirkirina Îmraliyê silav kir û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna ciwanan a ji bo azadiya Kurdistanê û avakirina jiyana azad. Her wiha diyar kir ku azadiyên li Ewropayê ne rast in û destnîşan kir ku divê bi destên xwe li ser axa Kurdistanê jiyana azad ava bikin.
Di sînevîzyona piştî axaftinan de hemû şehîdên ciwanan di şexsê şehîd Baran Mawa, şehîd Bişeng Brûsk, şehîd Sara Hogir, şehîd Berxwedan Çiyager, şehîd Hewrê Çîya, şehîd Seher Deniz, şehîd Çekdar Canfeda Med, şehîd Tavîn Tekoşîn û şehîd Dîdar Harûn hatin bibîranîn. .
Di merasîmê de bê navber dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.