NAVENDA NÛÇEYAN- Li bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê tê îdakirin ku keçeke 14 salî piştî ku neçarî zewicandina bi darê zorê hate kirin, di mala xwe de xwe daliqandiye û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.
Şîma Ramêşk keçeke 14 salî ya ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye ku bû qurbanê zewaca bi darê zorê. Piştî demek nerazîbûna xwe li dijî zewaca bidarê zorê nîşan da û nekarî biryarê biguherîne tê îdîakirin ku di mala xwe de xwe daliqandiye û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.
Rêxistina Hengaw derbarê bûyerê de wiha got; “Keça binavê Şîma Ramêşk di mala xwe de xwe daliqandiye û dawî li jiyana xwe aniye. Piştî 24 saetan cenazeyê wê duh ji tiba edlî radestî malbata wê hatiye kirin.”
Rêxistinê da zanîn ku keça 14 salî ji aliyê malbata wê ve bi darê zorê li ser hatibû ferzkirin ku wê bi kesekê bi temen yê binavê M.C. re bizewicînin.