NAVENDA NUÇEYAN- Navenda Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku di meha Tabaxê de li ser herêma Efrîn -Şehbayê pêk anîne, eşkere kir.
Li gorî bîlançoyê dagirkeran di meha Tabaxa îsal de hezar û 327 caran êrişî gundewarên kantona Efrîn -Şehbayê kirin.
Di bîlançoyê de hat destnîşankirin ku bi hezar û 107 topên obus, 109 hawanan, 63 guleyên bombetar, 6 guleyên SPG, 30 guleyên keşfa bi çek û 12 guleyên keşfên întîharî êriş pêk anîn.
Navenda Ragihandinê ya HRE’yê têkildarî hurguleyên van êrişan ev agahî parve kirin:
-5’ê Tebaxê keşfa întîharî 10 caran li gundê Şealê dan, di encamê de zirarên madî çêbû.
– 6’ê Tebaxê keşfa bi çûk bi rokêtek li noqteya hikûmeta Şamê xist, di encamê de zirarên madî çêbûn.
– 7’ê Tebaxê keşfa biçûk bi rokêtek li gundê Hirbilê xist, di encamê de zirarên madî çêbûn.
– 8’ê Tebaxê keşfa biçûk bi 2 rokêtan li gundê Hirbilê xist, di encamê de zirarên madî çêbûn. her wiha 2 dronê întîharî li gundê Şawarxa ketin xwarê.
– 9’ê Tebaxê keşfa biçûk bi 2 rokêtan li gundê Şewarxa xist, di encamê de zirarên madî çêbûn. Di heman rojê de zarokeke bi navê Lîlav Elî Bekir 15 salî li kampa Kiştarê birîndar bû.
– 12’ê Tebaxê keşfa biçûk bi 2 rokêtan li gundê Şêx Îs xist û keşfek întîharî xwe teqand. Di heman rojê de keşfek întîharî li gundê Merenzê xwe teqand. Di encamê de zirarên madî çêbûn.
– 14’ê Tebaxê keşfa întîharî li gundê Şewarxa xwe teqand, di encamê de zirarên madî çêbûn.
– 15’ê Tebaxê keşfa biçûk 2 caran gundê Malîkiyê bombebaran kir, di encamê de zirarên madî çêbûn.
– 16’ê Tebaxê keşfa biçûk gundê Malîkiyê bombebaran kir. Di encamê de zirarên madî çêbûn.
– 17’ê Tebaxê 2 keşfên întîharî xwe li gundê Semoqayê teqandin, di encamê de zirarên madî çêbûn.
– 18’ê Tebaxê keşfa biçûk 2 gule li gundê Hirbilê barandin, di encamê de zirarên madî çêbûn.
– 19’ê Tebaxê keşfa întîharî li Saxonekê xwe teqand û 3 keşfên întîharî li gundê Bênê xwe teqand, di encamê de 4 sivîl birîndar bûn. Erebeya Ebû Zekûr derbe xwar. Navên birîndaran wiha ne: Seydo Mihemed Heyder (45) ji gundê Bênê ye, Yûsif El Erec (27) ji gundê Ziyaretê ye, Mistefa Rifet Şêxo (28) ji Meydan Ekbesê ye, Ebdurehman Mihemed Hemo (78) ji gundê Cilbirê ye.
– 21’ê Tebaxê keşfa biçûk 2 gule li gundê Saxonekê barad, di encamê de zirarên madî çêbûn.
– 26’ê Tebaxê keşfa biçûk guleyek li gundê Şewarqa barand, di encamê de zirarên madî çêbûn.
– 29’ê Tebaxê keşfeke întîharî li gundê Merenazê xwe teqand, di encamê de zirarên madî çêbûn.
– 30’ê Tebaxê keşfa biçûk 4 caran gundê Şewarxa bombebaran kir, di encamê de zirarên madî çêbû.