ŞEHBA – Bi armanca hişyarkirina şêniyan ji xetereyên şerê taybet û rêbazên rabûna li ber wê ciwanên Şehbayê perwerdeyêk re li dar xisten. Dora sed Welatiyên Efrînê yên ku li kampa serdemê ya li Şehbayê dimînin, beşdar bûne.
Di destpêkê de sînevîzyonek ser polîtîkayên şerê taybe hat pêşkêş kirin. Komîteya Amadekar diyar kir ku bi taybetî parastina gelê Efrînê ji şerê taybet ê dijmin ji bo wan girîng e: “Bi taybetî piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta tirk ve hat dagirkirin û çanda kurdî li wir têk diçe û her roj Çeteyên dewleta tirk zirarê dide kurdan. Divê Welatiyên Efrînê li hemberî Şerê Taybet xwe Xurt Bikin”