TORINO – Li bajarê Torino yê Îtalyayê ciwanên enternasyonalîst bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê vîdyoyêk bi mijara Komploya Navneteweyî parve kirin. Ciwanan li ser navendae televîzyon û radyoyê bi navê RAI, vîdyoyêk bi pêşandan. Di sînevîzyonê de bal hat kişandin ser Rêber APO weke sembola berxwedanê , e ku sembola herî mezin a berxwedanê ya li dijî pergala modernîteya kapîtalîst û Şerê wê yê Cîhanê yê Sêyemîn e.
Ciwanên enternasyonalîst daxuyaniyeke nivîskî dan; “Ev 25 salin Rêber APO di zîndana Îmraliyê de tê tecrîd kirin, ev tecrîd her roj girantir dibe. Ji Adara 2022’an vir ve tu agahî jê nayê girtin. Felsefeya azadiyê ya Rêber APO ya li dijî kapîtalîzm, baviksalarî û kolonyalîzmê îlhamê dide hemû gelên cîhanê. Lewma li ser şert û mercên wê û têkoşîna ku temsîl dike bêdengî tê ferzkirin. Sedema bijartina navenda RAI ji bo çalakiyê ew e ku RAI hevpariya çapemeniya sereke û neteweyî ya di sansûrkirina kiryarên be adalet yên li ser Rêber APO de ye. Qirkirin û qetlîamên ku her roj diqewimin. Polîtîkaya dewletparêz a emperyalîst e li Rojava parçekirina gelan ji xwe armanc dikin.
Weke ciwan erka me ye ku em ji bo azadiya Rêber APO têbikoşin û rêgezên demokrasî û azadiyê biparêzin, belav bikin û bi pêk bînin. Ji bo we em ê ji tevlî “Meşa Dirêj” bibin. Em hemû ciwanan vedixwînin “Meşa Dirêj”.