DÊRA ZORÊ – Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Dêre Zorê dewreyeke alîkariya yekem li El-Teyana organîze kirin. 10 jinên ciwan beşdarî perwerde bûn. Di dewreyê perwerdeyê de ciwan tên perwerdekirin, li ser girîngiya xweparastin û welatparêziyê semîner tên dayîn, her wiha perwerdeya tenduristiyê jî tê dayîn.
Armanca dewreyên perwerdeyê ew e ku di Şerê Gel ê Şoreşgerî de balê bikşînin ser pêşengiya Ciwanan û li ser vê bingehê ciwanan perwerde bikin.