ÇEWLÎG– MAK (Mîlîsên Azadiya Kurdistan) bi daxuyaniyekî ve ragihandin ku Milîsên wan li Çewlikê kamyona ku lojîstîk ji TSK (Hêzên Çekdar ên Tirk) re rê dikir şewitandin e.
Daxuyanîyê de wiha gotin:
“31’ê Tebaxê bi şev, milîsên me li navçeya Genç a Çewlikê, kamyoneke lojîstîk a ji bo Hêzên Çekdar ên Tirk dikir hedef. Kamyona bi plaqeya 55 PJ 512 hat hedefgirtin û bi madeya xam a plastîk hat şewitandin. Di encama çalakiyê de kamyon û barê wê şewitîn.
Ev madeyên xam ên plastîk û plastîkên lastîk ên ji bo artêşa dagirker tên hilanîn, ji bo xurtkirin û parastina mewzî û qereqolan jî tên bikaranîn. Yên ku piştgiriyê didin dagirkeran bila zanibin ku em ê hesabê wan bipirsin.”