NAVENDA NÛÇEYAN- Nasnameya şehîdên êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li sînorê Dukanê eşkere bûn. Hate diyarkirin ku welatiyek bi navê Muzefer Mozo yê ji bajarokê Hacî Awa li gel du kurên xwe şehîd bûne.
Êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker yên bi hevkariya xayîn û sixûran li ser azadîxwaz û welatiyên Başûrê Kurdistanê pêktîne, berdewamin.
Dewleta Tirk a dagirker piştî danê saet 13:25’an bi balefirên bê mirov û bi çek, li ser rêya Xelekan-Kanî Wetman ya dikeve li sînorê navçeya Dûkan ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, wesayîtek bombebaran kir.
Hate ragihandin ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de 3 welatî şehîdbûne.
Nasnameya şehîdên êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li Dukanê eşkere bûn. Hate diyarkirin ku ku welatiyê bi navê Muzefer Mozo yê ji bajarokê Hacî Awa li gel du kurên xwe şehîd bûne.