ŞENGAL- Doh li Xanesorê, pirtûkxaneya yekema Şengal ser navê Şehîd Vêjin Jiyan û bi pêşengtia Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê hat vekirin. Gelek kes û saziyên rêveberîya xweser vê derê hazir bûne. Dijmin wê hertim êrîșê xwe berdewam bike ji bo ku gelê bindest xwe zanê neke negihîje zanînê. Ji bo gelê Êzidî ku 74 fermanê rû bi rû ma, vekirina pirtûkxaneya yekem à Şengalê gaveke girîng temsîl dike.
Piştî deqeyek rêzgirtin daxuyaniyê hat dayin.
Berkat, endamê Yekîtîya Ciwanên Êzidxanê axivî û got “Gavekê nû ji milletê me re hate avêtin. Bi nivîsandina xwe, bi xwendina xwe êdî gelê me xwe zanê bike, xwe pêş bixe. Tiştekî gelekê qenc ji me re ye. Weke hûn dizanin fermanekê hat serê me. Eger vê demê zanista me hebuyê, fermanê nehat serê me. Îro gelê me li Şengal de xwe zanê bike, xwe rêxistin bike û xwe rêvebibe.
Şehîd Vêjin gelek zana bû, her pirtûka dixwend. Wê digot “divê em xwe zanê bikin da ku em xwe pêş bixin”.